Emerîka dê ji bona berjewendiya xwe ji Sûriyeyê vedikişe an
Îbrahîm GUÇLU
Li Emerîkayê dawiya hibijartina serokdewlet, meclîsê, senatoyê hat. Beriya hilbijartinê li Emerîkayê dijiyatî û blokbûnenek gelek xurt çêbû. Gelek şirovekar di wê nerînê de bûn ku dê li Emerîka di qempanyay ya hilbijartinê de dêşer jî çêbe. Lewra li hemberî Trûmp hewla kûştinê jî ji bona vê wek enstrumaneke xurt dihat nîşan dan. Baş bû ku ew çavnêriya şirovekaran şaş derket. Dîsa di çapemenî û di anketan de Partiya Komarî û Partiya Demokrat, Trump û Kamala Harris wek hevdu hatin nişandan dan. Lê piştî hilbijartinê derket holê ku manîpulasyoneke mezin ji aliyê dewleta kur û CIAyê de çêbûye.
Partiya Komarî û Trump, serokatî, di senato û meclisê de piranî qezenç kir. Ew ji bona Partiya Demokratan bû têkçûneke mezin.Di heman dem de qezenkirina Trump li dijî wek sîstema avakar tê ditin û loma jî xeter tê şirove kirin. Lê tirseke din heye ku Trump dê di burokrasiyê de tasfiyeke mezin bike û di derbarê wan de lêpirsınan dest pê bike û wan ciza bike.
Pirsa girîng ya li dinyayê tê niqaşe kirin ew e ku Partiyta Komarî û Trump çima bi hêz û dengekî mezin qezenç kir, Partiya Demokrat û Kamala Harris têk çûye. Ji bona vê yekê sedemên têkçûna aborî û siyaseta derve-navneteweyî ya Emerîka Demokratan tên nîşan dan Gorî baweriya min sedema esasî rîzandin û di sîstema Emerîkayê ya emperyal de qesl bûne. Çare jî di vê qonaxê der Partiya Komarı û Trump hat dîtin û hilbijartin.
Diyar e ku di pêşerojê de piştî ku Trump bû serok dewlet, qewimandinên girîng dê di nav Emerîkayê û Rojhilata Navîn û Dinyayê de bên rojevê. Lewra Trump dê ji bona ku şerê Ukrayna û Rûsyayê dawî bê û li Rojhilata Navîn Şerê Îran-Îsraîlê –terorîstên Filîstînî dawî bê, rê û rêbazên gelek radîqal dê tespit bibe û bikevin jiyanê.
Şik tune ye ku Emerîka wek dewleteke emperyal ji bona hemû dinyayê û hemû dewletan û hemû neteweyan gelek girîng e. Lewma jî hilbijartin ji bona hemû dinyayê beriya hilbijartinê jî û piştî hilbijartinê jî gelek girîng bû û girîng e. Her dewletekê û her nerteweyekê ji bona berjewendiya xwe li hilbijartinê mêze kir û ji hilbijartinan encam ji bona xwe derxistin.
Kurdan jî, ji bona berewjewendiya xwe li hilbijartinên Emerîka mêze kir. Beşelk Kurd di wê baweriyê de bûn ku qezençkirina Partiya Komar li berjewendiya neteweya kurd dipejirandin. Beşek kurd jî, qezençkirina partiya Komarî di qezenca Kurdan de diditîn.
Ez bi xwe di wê baweriyê de bûm ku hatina Emerîka Sûriyeyê ji bona kurdam nebû. Emerîka ji bona kurdan ne xwediyê sratejiyekê ye. Ev helwesta Emerîka di sala 1975-an de di şerê Kurd û Ereban de jî wusa bû. Ew bûn sedem ku Dewlet-Otobonmiya Kurdistanê bê rûxandin. Di sala 2017-an de di encama Rêferandûma Serxwebûna Kurdistanê de jî derket holê ku Dewleta Kurdan napêrêzê. Heta kurd li Başûrê Kurdistanê dewlemendê petrolê ne, herêmeke mezin û Kurdistaneke sînor diyar e. Bi awayekî demokratîk jî Kurdistaniyan dewleta serbixwe û konfederal daxwaz kiribûn.
Emerîka ji bo berjewendiya xwe hat Sûriyeyê. Ji bona ku li Sûriyeyê li hemberî DEAŞê şer bike û hebûna Rûsyayê û Îranê sînor bike, di destpêkê de xwest ku Rejîmas Baasê biguhere. EmerÎka di heman dem de ji bona di Rojhilata Navînde hebûna xwe ya li Sûriyeyê jî berjewendiya xwe ya herêmî û navneteweyî biparêze hatibû Sûriyeyê..
Dema ku Emerîka hat Sûriyeyê jî PKk/PYD bi Rejîma Baasê re, bi Îranê re girêdayî bû. Loma jî ji bona Emerîka Kurdistan ne dirojevê de bû. Pişt re PKK/PYD ji xwe re kir leşker. Lê dîsa jî hebûna Kurdistanê erê nekir, tu dem negot ku ez dê ji bona Kurdistanê statuyeke serbixwe an jî federal ava bikim. Ew jî dizane ku bi PKK/PYDê ye baaîst û Kemalîst e, bi wan bawerî nabe. PKK/PYDê ji bona ku wekîlên Rejîma Baasê ne bi Baasê re desthilatdarî parve dikin, bi wan bawerî nabe. Ew li dijî demokrasiyê ne. Ew dixwazine ku dîktatoriyeke Baasîst-Kemalîst-Stlaînst ava bibe. Ji bona bajerekî jî dewleyt ava kirin jî ne li berjewendiya wan e Emerîka dizane ku PKK/PYDê jî Kurdistanê wek welatekî nas nakine, kurdan wek neteweyekî qebûl nakine. Kurdistanê wek Bakurê Sûriyeyê bi nav dikine. Loma jî Baasê û Rejîma Baasê bi plan û bi zanyarî demografiya Kurdistanê guhertin.
Loma jî gotina min a dawî ew e ku Emerıka ji bona kurdan nehat Sûriyeyê, dema vekişe hesabê kurdan û bi taybetî jî PKK/PYDê nake.
Divê bê zanîn ku Emerîka dê ji bona berjewendiya xwe ji Sûriyeyê vekişe an jî venakişe.
Diyarbekîr, 08. 11. 2024