Birca Demokrasîyê Parlemento ye!
Li Başûrê Kurdistanê hêvîya miletê Kurd û Kurdistanîyan ji birca demokrasîyê çi ye?
Parlementoya Kurdistanê, îradeya herî bilind a miletê Kurd û Kurdistanê ye. Parlementoya Kurdistanê çawa dikare desthilatdarîyê bigire destê xwe, çalak be û xwedîyê bandorek siyasî a biryargirtinê be?
Li herêma Kurdistanê, ji bona hilbijartinên parlemento ya Kurdistanê, di 20.10.2024an de hilbijartin pêkhatin. Hilbijartin, hin di dema propaganda û çalakîyên siyasî de û hin di roja hilbijartinan de bi şîveyek demokratik û aşitîyane de pêkhat.
Demek ku di seranserê Rojhilata Naverast û hawîrdorên herêma Kurdistanê de pevçûn, şer, alozî û buhranên sîyasî geşdibin de; herêma Kurdistanê carek din pejirand ku mînakek girîng a jîyanek piralî, dimokratîk û aşîtîxwaz e. Di avakirina van hest û helwestan de, hêza netewî-milî a miletê Kurd, carek din pejirand ku ew garantorên van hêjayîyên herêma Kurdistanê ne.
Hilbijartin bi beşdarbûna pileyek bilin a dengdêran (%72) pêk hat. Endamên parlementoya Kurdistanê hatin hilbijartin. Ji bona di vê dema têrbahoz û boranên sîyasî yên herêmê de, Parlementoya Kurdistanê erkên xwe bîne cîh û bibe îradeyek sîyasî a erkên rêvebirinê ji bona niştecîhên herêma Kurdistanê, divê çi bên kirin?
Heta niha, li herêma Kurdistanê îradeya sîyasî ne li parmentoyê bû û parlementoya Kurdistanê wek îradeyek sîyasî a herêma Kurdistanê ne xwedî temsîl bû. Hêza sîyasî, îradeya sîyasî a xwedî biryar li dervê Parlementoyê bû. Ev her bû sebebê bêhêzkirina îradeya gel a ku li parlementoyê têt temsîl kirin. Parlemento, biryar digirtin û ew biryar li ser kaxizan dima. Îradeya sîyasî a ku li dervê parlementoyê xwedî helweste, ew îradeya biryar girtinê a parlementoyê binpê dikir. Parlemento bê erk dima. Ev bêbandorkirina îradeya gel a ku li parlementoyê têt temsilkirin bû. Heta sîstema parlemento xurt nebe, nebe xwedî îradeyek biryargirtinê a derbasbûna van biryaran ji bona jîyanê, wê parlementoya Kurdistanê bê erk û bê bandor be. Ev jî têt maneya binpêkirina îradeya milet bi xwe.
Ji bona çareserkirina pirsgirêkên heyî yên li ber herêmê, divê parlemento xwedîyê îradeyek hevgirtî a sîyasî be, ku bikaribe biryarên xwe derbasî jîyanê bike.
Çi pirsgirêk li pêşîya Qebîneya nû a Parlementoya Kurdistanê ne?
Yekem: Divê Parlementoya Kurdistanê di rûniştinên pêş de, ji bona herêmên xaka Kurdistanê, yên li gor madeya 140, ku li hêvîya referandûmê ne, biryarê bigire û zorîyê bide Parlementoya İraqê, ku ev referandûm roj berî roj bêt çêkirin û pêşî li guhertina demografîya herê bêt girtin.
Duyem: Yekkirina hêzên pêşmergên Kurdistanê û avakirina artêşek milî a Kurdistanê ye. Di vê astê de, bi salan e kar dimeşe. Mixabin hîn ev erk tam bicîh nebûye. Divê hemû hêzên sîyasî yên xwedîçek, bên bêçekkirin û di bin komandarîya artêşek milî de bên bi rêk û pêk kirin. Ev erk bê şik, li pêşîya Parlementoya Kurdistanê ye.
Sêyem: Ji holê rakirina duherêmî a herêma Kurdistanê ye. Ev duherîmî, du serîyên sîyasî derdixe ber me, ku ji Kurdistanek navend û xwedîhêz re pirsgirêkek mezin e. Xaka Kurdistanê û niştecîhên herêma Kurdistanê, di navbera du hêzên sîyasî de hatîye dabeşkirin. Ev nayê qebûlkirin. Têkbirina îradeya hevgirtî ya milî a herêma Kurdistanê ye. Sebebê qeyranên xizmetguzarî û birêvebirinê bi xwe ye jî. Astek xerab a dadgehê-hiqûqî û asayîşê jî bi xwe re tîne û îradeya sîyasî a sazîyên hikûmetê bêbandor dike. Divê ev dualîtî ji holê rabe.
Çarek: Di herêmek yek parlemento de du hêlên asayîş û Îstîhbaratê nayên qebûlkirin. Divê ev ji holê rabe, yek dadgeh, yek asayîş û yek îstîhbarat esas bêt girtin. Ev jî erkê Parlementoya Kurdistanê ye. Di bikaranîna îradeya biryargirtinê de, divê Parlementoya Kurdistanê vî erkê xwe bîne cîh.
Pêncemîn: Demek dirêje li ser destûra herêma Kurdistanê xebat dimeşin. Mixabin negihîştîye astek pejirandinê. Divê Parlementoya Kurdistanê, dastûra Kurdistanê amade bike û bibîryar bibe ber dengdana referandûmê û bipejirîne. Herêma Kurdistanê, ev 21 sale, wek herêmek federal, fermi hatîye avakirin. Ev herêma federal, bê destûr nabe ku bêt hiştin.
Ji bona bicînkirina van biryaran divêtîyek bi îradeyek xurt a Parlementoya Kurdistanê heye. Divê biryargirtin ji kulîsên veşartî, pişt perdê derkevin û ev erk, bibe erkê Parlementoya Kurdistanê. Ji ber ku îradeya herî bilind a îradeya miletê Kurd, Parlementoya Kurdistanê temsîl dike. Divê ev temsîlîyet, xwedî erk û çalak be.
ŞÊxmûs Ozzengin