Ji bo çareserîyeke rasteqîn, weke destpêk, divê hemû alîyên kurdan mixetab bêne girtin û hinek gavên acîl bêne avêtin!
Daxuyanî û gotinên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî nîşana wê yekê ye ku di metbaxa Dewleta Tirkîyeyê de xwarinek tê kelandin; lê nuha ne dîyar e ku ka ev xwarin çî ye?
Lê belê, dîyar e ku ev nan ne bes bi erê kirina Devlet Bahçelî tenê; herweha bi erê kirina hevbeş a Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî û rayedarên Dewleta Tirkîyeyê tê kelandin.
Dîyar e ku van rûdanên li Rojhilata Navîn yên vê dawîyê dikare rê li wê yekê veke ku li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê rêya bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk ên kurdan xweştir bike û li Başûrê Kurdistanê destkeftinên federe pêşdetir biçin û bigihêje asteke bilindtir. Herweha dikare li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê rê ji bidestxistina mafen neteweyî, demokratîk ên kurdan re xweştir bike.
Dewleta Tirkîyeyê, ku îro di nav qeyraneke mezin ya aborî, siyasî, civakî û dîplomatîk de ye; ji vê îhtîmala ku van rûdanên li Rojhilatê Navîn yên vê dawîyê dikare vê qeyrana wê kûrtir bike û dikare bibin sebebê guhertinên mezin ditirse.
Bi vê hişmendîyê, hem ji bo kêm kirina pirsgirêkên navxweyî, hem ji bo rê li ber girtina destkeftî^yen kurdan ên li perçeyên din û hem jî ji bo di hilbijartina serokkomarîy^ed edest^eErdoganî xurtir bibe, ev hewldana nû hatîye rojevê.
Helbete ku, partîya opozîsyonê CHP jî, heta radeyekê piştgirîyê dide vê hewlê; bêyî ku ev hewla careke din ji serokkomarîya Erdoganî re rê xweştir bike.
Lêweha xuya ye ku, di nav PKKyê de jî, di nav Dewleta Tirkîyeyê de jî yên ji van hewlan nerazî hene.Herweha mimkun eku hevdîtinên li pişt derîya hinekî xetimî be ku, PKK li Enqereyê êrîşê dibe ser kargeha TUSAşê û kesên sivîl dikuje û Dewleta Tirkîyey^ejî qeyûman datîne ser şaredarîyên Esenyurt a Stenboê, Mêrdîn, Batman û Halfetîyê.
Erîşa li ser kesên sivîl ên li Enqereyê nayê eqebûl kirin, zerarê dide gelê Kurd.
Em tayîn kirina qeyûman ya li ser şaredarîyên jî şermezar dikin. Tayîn kirina qeyûman binpê kirin û tune hesibandina îradeya dengderan e, li dijî demokrasîyê ye. Em dibêjin demildest divê ev biryarna bêne rawestandin û şaredar vegerin ser wazîfeyên xwe.
Dewleta Tirkîyeyê, weke alîyê din yê vê mijarê, PKKyê û Ocalanî destnîşan dike. PKK jî dixwaze mijar di navbera Dewleta Tirkîyeyê, Ocalan, PKKyê ve, li pişt derîyan bê guftûgo kirin.
DEM Partî jî Ocalanî weke mixatab, weke adresa çaresîya pirsgirêkan destnîşan dide.
Di rewşeke weha de, pêwîstî bi wê yekê heye ku em wek alîyên milî, demokrat yên kurd û kurdistanî dengên xwe bilind bikin û weke alîyekî din derkevin seheyê.
Em di wê bawerîyê de ne ku divê em wek alîyekî neteweyî û demokratîk tevbigerin û em bêjin, pirs, ne pirsa şexsekî yan partîyekê ye. Pirs, pirsa mafên neteweyî, demokratîk ên miletê Kurd e; pirsa kurd û Kurdistanê ye.
Pirsa Kurdistanê pirsa mafê çarenûsîya miletê Kurd û gelê Kurdistanê ye, bi awayekî giştî, pirsa statuyeke milî, cografîk, sîyasî ye. Pirsa kurd, pirsa mafên ziman, kultur; mafên demokratîk yên kurdên li bajarên metropolên Tirkîyeyê ye.
Lê belê helbete ku çareserîya vê pirsê dikare ji cîhekî bê destpê kirin.
Em îro li ser daxwazên hevbeş û acîl yên kurdên li Bakurê Kurdistanê û kurdên li Tirkîyeyê dikarin xebateke hevbeş bihûnin û bi rê ve bibin
Ji bo çareserîyeke rasteqîn, divê em hemû partîyên kurdan, dezgehên sivîl ên li Kurdistanê û kesayetên qebûlbar yên civakî hêza xwe bikin yek û bi van daxwazên ku me li xwarê destnîşan kirine bibin mixatabê Dewleta Tirkîyeyê.
Ji bo ku ev pêvajo bi rastî jî bibe destpêka çareserîyeke sîyasî, demokratîk helbete ku divê em ji her dîyalog û guftûgoya li gel Dewleta Tirkîyeyê, li gel partîyên desthilat û mixalefetê re vekirîbin.
Herweha divê em bi alîyên ku piştgirîya maf û azadîyên miletê Kurd dikin, alîyên azadîxwaz, aştîxwaz, demokrat yên Tirkîyeyê re jî di nav dîyalogê de bin, li rêya bi hev re xebatê bigerin.
Divê em bangî Dewleta Tirkiyeyê û partîyên desthilat û mixalefetê bikin da ku van tecrubeyên xwe yên 100 salî bidin ber çavan û li cîhê planên ku dê pirsgirêkan dijwartir û kûrtir bikin; ji hişmendî û helwesteke mijûlkirinê dûr, gavên rasteqîn û maqûl ên ku dê rêya çareserîyê vekin bavêjin.
Em dibêjin ji bo rê li ber çareserîyeke sivîl, sîyasî, demokratîk bê vekirin, divê weke destpêk ev gav acîl bêne avêtin:
— Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû partîyên kurdan, dezgehên sivîl ên li Kurdistanê û kesayetên qebûlbar yên civakî, weke alîyê kurdî, ji bo gotûbêj kirin û çareserîya pirsgirêkan mixetab bigre.
— Divê rêz li maf û azadîyên hemû kesên ku di hevsê de ne bê girtin û dîvê hemû kesên ku ji ber fikirên xwe û ji ber xebatên xwe yên sîyasî, sivîl, demokratîk ceza xwarine û di hevsê de ne, bêne azad kirin, dozên di vê derbarê de divê bêne rakirin. Ji bo vê armancê jî divê guhertinên yasayî bêne kirin.
— Divê Dewleta Tirkîyeyê hemû operasyonen xwe yên eskerî û şerê heyî rawestîne, dest ji girtin û neheqîyan berde; herweha divê PKK jî dawî li hemû çalakîyên xwe yên çekdarî yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê bîne.
— Divê nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî, azadîya ramanî û rêxistinî bêne qebûl kirin û divê ew di Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê de bêne garantî kirin.
— Divê qedexeyên li ser navê Kurdistanê bê rakirin û Qanûna Bingehîn û hemû yasayên Dewleta Tirkîyeyê li gorî peymanên navneteweyî yên ku Dewleta Tirkîyeyê îmze kirin ji nû ve bêne nivîsandin û qebûl kirin.