Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Trump Orşelîm weke paytexta Îsraîlê binav kir

Yekîtî Media

Serokê Amerîka Donald Trump Orşelîm weke paytexta Îsraîlê ragihand got ev biryar bi derengî jî ket.

Donald Trump got gelek serokan eynî tişt gotin, lê nekirin, û diyar kir ku ew nikarin heman şaşiyan berdewam bikin.

Trump biryar da ku balyozxaneya welatên xwe bibe Orşelîm û ji hemû welatên cîhanê jî xwest ku bi heman şêweyî balyozxaneyên xwe bibin Orşelîm.

Serokê Amerîka herwiha diyar kir ku ewlekariya Qudusê û bi taybetî cihên pîroz yên Misilmanan werin parastin.

Trump ji wezareta derve daxwaz kir ku karûbarê veguhestinê bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button