Break newsNûçeslide

Doza Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş bo 14’ê Sibatê hat paşxistin

Yekîtî Media

Dadgeha Enqerê, doza Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş bo 14’ê Sibata 2018’ê bipaş xist.

Doza ku Demîrtaş bi tometa endamtiya PKK hatibû girtin, îro li Enqerê destpê kir.

Bi hinceta Ewlekariyê, rênehat dayîn ku Demîrtaş li Enqerê beşdarî dozê bibe û Demîrtaş jî red kir ku bi rêy vîdeokonferansê beşdarî dozê bibe.

Gelek parlamenterên HDP, çavdêrên biyanî û mafnas amade bûn.

Ser daxwaza dozgerê, dadgehê biryara berdewamiya rewşa girtî ya Demîrtaş da û doz jî heta 14’ê Sibatê hat paşxistin û biryar hate dayîn ku Demîrtaş di dozê de amade be.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button