Raport

Silêman Oso semînerek konevanî li Dêrikê bi rê ve bir

Silêman Oso sekreterê PYK-Sê, semînarek siyasî li nivîsgeha partiyê li bajarê Dêrikê bi rê ve bir.

Di destpêkê de Hesen Çep endamê komîta navendî ya Partîyê bi xêr hatin hemû kesên amede kir, û xulekek bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurdistanê digel sirûda neteweyî ya kurdî Ey Reqîb

Û piştre Oso di axaftina xwe de anî ziman li ser xwepêşandana partiya Yekîtî li beramberî Encûmena gel di sala 2002an de di roja cîhanî ya mafên mirovan ku bû destpêka têkiliyan di navbera tevgera siyasî kurdî û pêkhateyên din ên gelê Sûrî, ta ku şoreşa Sûriyê dest pê kir di bihara 2011an de, û hevbeşiya gelêrî û tevgera kurd a siyasî di nav de, û di encama wê de damezrandina ENKSê hat ragihandin, û nîşan da ku PYD’ê xwe jê vekişand berî ku dest bi kongirê xwe yê yekemîn bike.

Herwiha Oso lê zêde kir ku piştî PYD’ê herêma Kurdistanê kontrol kir, hewildan jibo rêkeftina Kurdî dest pê kirin, û bi îmzekirina sê rêkeftinên di navbera her du aliyan di bin siya Serok Mesûd Berzanî de, ku PYD’ê jê direviya, û piştî wê qonaxek nû dest pê kir ku gelek binpêkirinên rû dan ( girtin, sirgûn, şewitandina nivîsgehan û girtina wan) .

Oso wiha got: ku di wê demê de, Encûmen gihîşt rêkeftinekê ku tevlî koalîsyona dijberîya Sûrî bibe li gorî belgeyeke konevanî, û bû beşek ji desteya danûstandina Sûrî û komîta destûrî, digel damezirandin Bera Aştî û Azadiyê bi Şepêla sibehê ya Sûrî û rêxistina Aşûrî a demokrat re.
Û ji alîyekî din ve Oso diyar kir ku digel hebûna Emrîkayê li Kurdistana Sûriyê, û piştî bidawîbûna şerê li dijî rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê, destpêşxeriyeke Fransî ji bo danûstandinên Kurdî lê ew jî têk çû.

OSO da zanîn ku Waşîngtonê destpêşxeriyeke ji bo yekrêziya mala Kurdî ragihand, ku dîyalogê di destpêkê de di navbera ENKSê û PYD’ê de bû, bi mercê ku ew pêngavên avakirina baweriyê rû bide wek( serbestberdana girtiyan, diyarkirina çarenivîsa wendayan, vekirina ofîsan, rêxistina çalakiyan), û li ser nêrîna siyasî û lêvegera Kurdî rêkeftin, lê di encama dûbare kirina binpêkirinan diyalog rawestiya, û piştî rêveberiya Emerîkî ya nû dest bi karê xwe kir şanderê Emerîkî çend civîn bi ENKSê re pêk anî ،û bi hêviya ku rûniştinên dîyalogê ji nû ve de dest pê bike digel garantîya Emerîkî ku ev binpêkirin neyên dûbare kirin.

Derbarê ENKSê Oso nîşan da ku kongirê pêncemîn nêzîk bûye, û damezrandina du komîteyên (siyasî û rêxistinî).

Herwiha derbarê deverên kurdî “Efrîn, Girê Spî, Serê kaniyê” yên di bin kontrolkirina artêşa Tirkî de ye, Oso diyar kir ku pirsgirêka vegera koçberan karê sereke ye ji bo Encûmenê, û tevî astengiyên ku di karê komîta lêgerîna rastiyê li hemû deveran rû dide ENKSê dixebite bi opozîsyonê re ji bo çareseriyê.
Di dawiya semînerê de, derfet ji beşdaran hat vekirin ku lêpirsîn û pirsên xwe pêşkêş bikin, ku ji aliyê Sekreterê Yekîtî bi sîngek fireh hatin bersivandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button