Raport

Bi beşdariya tevgera siyasî, Yekîtî Kurdistanî ofîsa xwe li bajarê Amûdê vekir

Duh roja Înê 25ê Pûşbera 2021an de, Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya ofîsa xwe vekir li bajarê Amûdê bi aheng û coşeke mezin û bi beşdarbûna hejmarek mezin ji partiyan û kesayetên niştimanperwer û nûnerên rêxistinên civaka sivîl.

Piştî bi xêr hatina mêvanan û rawestandina xulek bê deng li ser giyanê pakrewanan, sekreterê Yekîtî birêz Silêman Oso gotinek pêşkêş kir û tê de spasî û bi xêr hatin hemû kesên amede kir, û nîşan da girîngiya vekirina ofîsê ji bo partiyê û Encûmenê, û li see rewşa siyasî ya anha û danûstandinên kurdî /kurdî û rola ENKSê di oposîzyonê de da xuyakirin.

Herwiha Birêz Mihemed Şêxmûs serokê xwecihiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve gotinek pêşkêş kir û kêfxweşîya xwe anî ziman derbarê vekirina ofîsê û tekezî kir ku pêwîst û girîng e ku ofîs bibe ya hemûyan, û birêz Ne’man Kirneş helbestek bi navê saziya Berzanî got, û herwiha girûpek ji zarokên saziya Berzanî sitran ji helbestên Melayê Cizîrî pêşkêş kirin..

Û ji alîyekî din ve xanim Mala helbestek bi zimanê Kurdî pêşkêş kir û tevlî birêz Ehmed Sînan sitraneke folklorî diyarî hemûyan kir, bi hêviya ku ofîs bibe navenda belavkirin çanda kurdî û wargeha çalakiyan aheng bi vî awayî bi dawî bû..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button