Raport

Rêxistina Rojhilatê ya PYK-Sê di salvegera kemera Erebî de li bajarê Tirbespiyê semînerek li dar xist

Bi vexwendineke ji rêxistina rojhilatê ya PYK-Sê li bajarê Qamişlo, semînarek li bajarokê Tirbespiyê bi boneya salvegera kemera Erebî ya nejadperest ku ji aliyê rêjîma Sûrî pêk anîbûn li Cizîrê..

Semîner ji aliyê mamoste Mihemed Zekî Osê li ofîsa xwecîhiya Tirbespiyê ya bi ser ENKSê ve hat b rê ve birin, ku tê de diyar kir peyman û lihevkirinên li seranserê mêjûyê ku derheqê gelê Kurd pêk hatibûn ku armanca jê hebûna gelê Kurd têk bi ve yan guhertina demografî li herêmê pêk bînin, û dûmahiya wê kemera Erebî bû, ku hin êl û eşîrên ereb yên ji gundewarên Reqa û Helebê hatibûn veguhestin û wan bicîhkirin li seranserê herêmên kurdî

Osê nîşan da li ser hejmara gund û rûbarên ku ji Kurdan hatiye standin, û hejmara malbatên ku rêjîm wan veguhestin herêmên kurdî ku zêdetirî 4000 malbat bûn.

Herwiha di semînerê de beşdarên ji hemwelatiyên gundewarê Tirbespiyê û ku erdên wan ji wan hatibû standin û di nav wan de kesên ku di wê qonaxê de jiyan dikirin diyar kirin mekanîzmaya bicîhanîna vê biryarê..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button