Raport

Şevbuhêrek helbestê li hola pakrewan Ebdî Ne’san hat li dar xistin..

Di çarçoveya çalakiyên rêxistina Hewlêrê ya PYK-S, duh pêncşemê 25/5/2021 an şevbuhêrek helbestê li hola pakrewan Ebdî Ne’san li dar xist, ku ji aliyê her du helbestvanan ” Lawikê Hacî, Es’ed Enter bavê Talanaz” hat bi rê ve birin.

Despêkê xulekek bê deng hat rawestandin li ser giyanê pakrewanên Kurd, piştre helbestvan Lawikê Hacî bi dastana xwe ya helbestî bi navê “Birîna jiyanê” dest pê kir.

Û hin helbestên bi zimanê kurdî ji dastana Birîna jiyanê ve xwend , û helbestek li ser dayikê û Kobanê û evînê û nameyek ji bo Xwedê pêşkêş kir ..

Herwiha ji aliyê xwe ve helbestvan Es’ed Enter şevbuhêrekê dewlemend kir bi pêşkêşkirina hejmarek ji helbestan li ser bajarê Amûdê, û yekîtiya kurdan û li ser jinê.
Derbarê dastana xwe ya helbestî Lawikê Hacî da xuya kirin ku ev dastan a yekemîn li seranserê cîhanê ji aliyê hejmara çamê û yek ( serwe û kêş) ye, ku tê de 19999 çame hatine berhevkirin, ku ji dawiya sala 2003an û destpêka sala 2004 an min dest pê kir, û ew li ser dîroka kurdan di heyama 5100 salî de ji împaratorîyên kurdî û şoreşan û êş û keserên gelê Kurd ji encama zordariya rêjîmên serdest û herwiha li ser zimanê kurdî diaxive, û em hêvî dikin ku mercên ferhengê fireh ê Guinessê bi cih bike wekî mezintirîn helbesta destanî ya cîhanê

Di dawiya şevbuhêrkê Lawikê Hacî hejmarek ji dîwana xwe ya ” Zewreq Xelecat we Ellîl” li ser beşdaran belav kir, herwiha beşdaran nêrînên xwe derbarê wêjeya kurdî dan xuyakirin û ji lawik Hacî re pîrozbahî kirin..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button