Nûçe

Di kampanyek leşkerî de bi dehan xwendevan hatin girtin..

Asayîşa PYD’ê bi dehan ji xwendevanên qonaxa Amadeyî li bajarê Qamişlo girtin, di nav kampanya leşkeriya neçar de ya ku rêveberiya PYD’ê pêk tîne..
Nûçegihanê Yekiti Media li bajarê Qamişlo ragihand ku asayîş û endamên polîsê leşkerî di têketinên bajêr û navenda wê bi cih bûn, û bi dehan ciwan girtin û di nav wan de bêhtirî 200 xwendevanên qonaxa amadeyî bûn, herwiha nîşan da ku girtinên dawî ne razîbûnek li cem hemwelatiyan çêkir.

M. A bavê xwendevanekî metirsiya xwe nîşan da derbarê pêşeroja kurê xwe û tevaya xwendevanan ji kampanyayên girtinê yên bêserûber û leşkeriya neçar, herwiha da xuyakirin ku dîmenên çekdarî û girtina ciwanan û yên din bandoreke neyînî li ser rewşa derûnî ya xwendevanan ku metirsiyek mezin li ser pêşeroja zanistî ya nifşên ji herêmên kurdî..
Tê zanîn ku desteya perwerdeyê ya PYD’ê ragihand ku rêrewên qonaxa amadeyî ya nehatiye pejirandin di herêmên Kurdî de derxistiye, û di heman demê de nehişt ku bi rêrewên wezareta perwerdeyê ya rêjîma Sûrîye bê xwendin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button