Raport

Peykerê rehmetî Seîd Gabarî li gundê Xirbê Kejê hat danîn..

Îro Înê 28ê Gulanê bi coşek mezin û bi beşdarbûna hejmarek ji hezkirên hunermend, xelkê gundê rehmetî Seîd Gabarî peykerê wî di qada gundê Xirbê Kejê ya girêdayî bajarê Amûdê ku jê dayik bûye danîn ji bo bîranîna wî. A
Di destpêkê de xulek bê deng hat rawestandin li giyanê hunermendê mezin Seîd Gabarî..

Piştre aheng dest pê kir bi sitranek ji sitranên rehmetî bi dengê biraziyê wî Seîd Silêman Gabarî ku tê naskirin bi Seîdê Gabarî yê biçûk.

Herwiha hevalê wî yê giyanî hunermend Şefîq bavê Re’d gotinek pêşkêş kir ku tê wî behsa peywendiyên xwe bi hunermend û dîroka wî ya kevnar e kir.

Herwiha gelek ji hunermendan û helbestvanan beşdarî ahengê bûn bi gotina hin sitranên wî, ji wan ( Ferhan bavê Mîdiya, Amir Remo, Sefqan Orkêş, Mesûm Şekakî, Ferec Derwîş, Umran Minriş, Diyan Hesarî).
Hêjayî gotinê ku hunermend Seîd Gabarî di 4ê Gulana 2020an bi sedema nexweşiya penceşêrê li yêk ji nexweşxanên bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button