Raport

Yekîtî Kurdistanî 16emîn salvegera şehadeta Şêx Meşûq El Xeznewî vejand

Rêxistinên Qamişlo yên PYK-S salvegera 16emîn salvegera şehadeta Şêx Meşûq El Xeznewî vejand, bi beşdariya nûnerên hin partiyên Encûmena Niştimanî û endamên desteya giştî ya Bera Aştî û Azadîyê û kesayetiyên niştimanperwer û rêxistinên ciwanan û jinan.
Piştî rawestana xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewan û giyanê pakrewanên Kurdistanê, Silêman Oso sekreterê Partîya Yekîtî Kurdistanî gotinek pêşkêş kir, ku tê de spasiya hemû kesên ku beşdarî vê bîranîna bi êş, herwiha rola Şêx di parastina doza Kurdî de, û danîna wê li pêş dezgehên bilind yên welatên Ewropî û navdewletî diyar kir.

Herwiha Oso derbarê danûstandinên Kurdî – Kurdî tekezî kir li ser pêwîst e ku bigihîje armanca xwe, û divê PYD’ê bi giyanekî berpirsyarî û birayetî li van danûstandinan binêre, û ku doza gelê Kurd bûye dosyeya herî girîng ji bo dewletên xwedî serwer û biryar di kirîza Sûrî de û di pêşiya wan de Emerîka ya sponsor û garantorê van danûstandinan

Herwiha Şêx Ebdulsemed Omer gotina hevalên pakrewan got, ku tê de behsa rola Meşûq El Xeznewî di belavkirina ola Îslamî bi awayê xwe dirust a sade, û rola wî di bi hişkirina civakê ku dûrketina ji tundûtûjî û tundrewiyê.
Herwiha çend helbest hatin gotin ji aliyê helbestvanan û zarokan, û piştre gurên gulan li ser gora pakrewan hat danîn…
Hêjayî gotinê ye ku Şêx Meşûq El Xeznewî piştî zêdeyî 20 rojan ji revandinê, di bin êşkenceyê de li ser destê dezgehên Ewlehiyê yên rejîma Surî di 1/6/2005an de hat şehîdkirin..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button