Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

PDK û YNK Komîteyeke hevbeş bo referandûm û serxwebûnê ava dikin

Yekîtî Media 11/1/2017

Herdû Polîtbîroyên Partiya Demokrat Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) piştî bidawîbûna civîna herdû aliyan, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û ragihandin, di civînê de pêwendiyên herdû aliyan, hewla bo çareserkirina pirsgirêk û giriftên hêzên siyasî yên perçeyên din yên Kurdistanê û çawaniya çareserkirina krîza darayî hatin gotûbêj kirin.

Di daxuyaniya hevbeş ya herdû Polîtbîroyên PDK û YNKê de hat, bi hestkirin bi erkê dîrokî yê herdû partiyan di vê qonaxa hestiyar de ya ku Herêma Kurdistanê û navçê tê re derbas dibe û parastina berjewendiyên bilind yên netewa Kurd û destkeftên ku piştî raperîna ku bi xwîn û xebatê hatiye bidestxistin û ji encama karê hevbeş û yekrêziya navmala Kurdî bûye.

Herwiha daxuyaniyê amaje kir, îro şanda Pîlotbîroya herdû partiyan li bajarê Hewlêra paytext civiyan û ev pirs gotûbêj kirin.

Yekem, pêwendiyên di navbera herdû aliyan, bo zêdetir gotûbêjkirin û guncawdina pêwendiyan li gor mercên nû, bi taybetî di warên hikumranî û pêwendiyên Kurdisatanî û pêwendiya Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta federal û welatên cîhanî.

Duyem, Hewl bo çareserkirina pirsgirêkan û giriftên siyasî yên hêzên siyasî yên perçeyên din yên Kurdistanê û rêzgirtin li serweriya yasa û destênewerdan di karûbarê hev dû.

Sêyem, çawaniya çareserkirina krîza darayî, ya ku rastî xelkê Kurdistanê bi giştî û mûçexwaran jî bi taybetî hatiye, kirin. ji ber wê jî divê herdu alî bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re piştevan û hevkar bin.

Çarem, peydakirina rêşûnên guncaw bo çareserkirina pirsgirêkan û bi taybet jî mijara çalakirina parlamentoya Kurdistanê.

Pêncem, avakirina komîteke hevbeş ku nûnertiya hemû aliyên siyasî û pêkhateyên neteweyî jî bike, ev komîte mijarên weke pirsgirêka herêmên 140, referandûm û serxwebûna Kurdistanê yekalî bike.

Şeşem, civînên di navbera herdû aliyan de berdewam dibin, bo di demeke nêzîk de bigihin rêkeftinekê, da ku karibin ji hemû pirsgirêkan re çareseriyên guncaw bibînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button