Break newsRaportslide

Rêbazên perwerdeyê yên PYDê giraniyekê ji şagirtan re çê dikin

Yekîtî Media 11/1/2017

Piştî ku partiya Yekîtiya Demokrat PYD rêbazên xwe yên perwerdeyê li ser dibistanên Kurdistana Sûriyê ji pola 1 ta 6 sepandin, ev yek bû cihê giraniyê ji şagirtan re, jiber ku ew neçarin fêrî du rêbazan bibin, ya Rêjîma Sûrî û ya PYD, û bi 4 zimanên cuda bixwînin ( Kurdî, Erebî, Siryanî , Inglîzî ).

Mamosteyeke dibistanê ji Yekîtî Media re ragihand, ku jiber zexta mezin li ser şagirtan dibe û xulên fêrkirinê yên ku piştî dewama fermî vedikin daku fêrî rêbaza Rêjîmê bibin li rex rêbaza PYD, şagirt erkên xwe bi temamî nakin û kêmaniyê dixin xwendinê.

Tê zanîn ku PYD rêbazên xwe yên mişt bi ramanên idyolojî sala borî li ser dibistanên Kurdistana Sûriyê sepandin, litev redkirina wan rêbazan ji milet û tevgera siyasî ya Kurd.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button