Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Netewên Yekgirtî: Jenosayda li ser Êzidiyan berdewam e

Yekîtî Media 4/8/2017

Neteweyên Yekgirtî (NY) ragihand , piştî derbasbûna 3 salan hê jî jenosayda li dijî kurdên êzidî berdewam e û pirsgirêkên wan jî nehatine çareserkirin.

Komîsyona Lêkolînan a Netewên Yekgirtî li Sûriyê raghand: “Piştî 3 salan hîna cîhanê nekariye encamderên jenosaydê ceza bike.”

Komîsyona NY dibêje: “Tevî wê yekê jî erkê welatan ew e, ku pêwîstiyên êzidiyan dabîn bikin. Lê hîna piraniya pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin. Tawanbar nehatine cezakirin û jenosayd berdewam e.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku bi hezaran zilam û kurên êzidiyan hê jî bê serûşûn in û 3 hezar keç û jinên êzdî jî li Sûriyê tundûtûjî û destdirêjî li ser wan tê kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button