Break newsNûçeslide

Li Kerkûkê teqînek rûda Fermandarek û 2 pêşmerge şehîd bûn

Yekîtî Media 4/8/2017

Li navçeya Daqûq a Kerkûkê di encama teqîna bombeyekî vedayî de yek ji efser, 3 pêşmerge şehîd bûn.

Berdevkê Lîwaya 16 a Hêzên Pêşmerge Rêkeft Mihemed ragihand: “Demjimêr 10:15ê şeva derbasbûyî 03-08-2017, li nêzîkî gundê Tamûr a navçeya Daqûqê, di encama teqîna bombeyekî vedayî de efserek û 2 pêşmerge şehîd bûn, herwiha 2 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.”

Mihemed da zanîn, ku ev bûyer di dema vegera otomobîla pêşmergeyan ji gundê Dînceyê qewimîye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button