Break newsNûçeyên herêmî û cîhanî

Hewlêr : Ji ber herifandina dîwarê xanîyekî du zarok jiyana xwe ji dest dan û hin jî birîndar bûne

Roja şemîyê du zarok li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, mirin û du zarokên dî jî birîndar bûn dema ku dîwarê xanî li ser wan hate xwarê .

Li gorî nûçegihanê Yekiti Media li Hewlêrê, diyar kir ku bûyer qewimî li devera Kasnazanê, dema ku ew li hewşa xanî dilîstin, û bû sedema mirina du zarokan, “Mehmûd Mistefa Heyder”, du salî ye, û “Hêlên Ferhad Hayder”, 3 salî ye , û birîna du zarokan din, “Nisrîn Ferhad û Rehef Hayder, ku birîndarên wan dijwar in û ew rakirin nexweşxaneyê.

Wî dîyar kir ku rewşa tendirustîya Nisrîn û Rehef nebaş e, û ew çar zarok kurên 3 birayan ne  ku li heman mala ku bûyer lê qewimî dimînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button