Break newsNûçe

37emîn salvegera koça dawî ya sînemakar û derhênerê Kurd Yilmaz Guney

Aktor, derhêner û nivîskarê Kurd Yilmaz Guney, di 1ê Nîsana 1937an de li Edeneyê tê dinyê, di 9ê Rezbera 1984an li Parîsê xatir ji dinyê dixwaze
Îro 37emîn salvegera koça dawî ya sînemakar, hunermend û şoreşgerê Kurd Yilmaz Guney e.
Ku Yilmaz Guney ji ber darbeya 1980ê ya Tirkî ji hemwelatiya Tirkiyê hatibû derxistin, û hatibû sirgûnkirin loma ji ber vê yekê, li paytexta Fransayê, li Parîsê koça dawî kir û ew li wir bi axê hatiye spartin .
Yilmaz Guney di sala 1937an de li gundê Edenêyê bi navê Yenîceyê hate dinê û yek ji 7 zarokên malbateke karker e, bi eslê xwe Kurdê Zaza ye. Bi navê xwe yê rast Yılmaz Putun, wekî Yılmaz Guney tê naskirin. Ew li ser trajedî û drama xelkê xwe rawestiya ye û hunera xwe bi vî awayî derxist pêş.
  1. Jiyana Yılmaz Guney:
Dibistana seretayî û ya navîn li Edeneyê qedandiye. Ew ji 9 saliya xwe ve dest bi kar dike. Guney, ji karên pembo bigre heta hesabgeriyê, gelek karên cîhêreng kiriye. Di van salan de wêje bala wî dikşîne û dest bi nivîsandina çîrokan dike. Lîseyê li Edenê dixwîne, li zanîngeha Enqerê, Hiqûq, li zanîngeha Stembolê jî li fakulteya îqtîsadî dixwîne lê naqedîne. Di salên lîseyê huner bala wî dikşîne, wan salan de kovareke hunerî ya bi navê ‘Dorûk (Lûtke)’ derdixe û çîrokan dinîvîsîne. Dema xwendina xwe berdewam dike, rejîsor Atif Yılmaz nas dike.
Bi alîkariya Atif Yılmaz dibe nivîsarê senaryo, lîstikvan û alîkarê rejîsor. Herwiha di sala 1957an de ji bo xwendina fakulteya îktîsadê diçe Stenbolê, lê nikare berdewam bike. Ji ber ku ji sala 1955an ve ye takîbat û dadgeha di derbarê wî de bi dawî bûbû û di destpêkê de 7 sal û nîv bi cezayê zîndanê û 2 sal û nîv cezayê sirgûnê tê cezakirin. Paşê dadgeha temyîzê biryarê xera dike û di encama dadgehên nû de cezayî wî dibe salek û nîv zîndan û 6 meh sirgûn.
 Lewma dibistana wî nîvco dimîne û rêyek tenê li ber wî dimîne. Bi gotina wî ew neçare di dibistana jiyanê de û bi rêya mamosteyên ku jiyan qebûl dike xwe perwerde û hîn bike û ew wisa dike. Di vî warî de ew wiha dibêje; “Dibistana min pirtûk in, sinema ye, girtîgeh e, qanûnên jiyanê yên tund e, zextên civakî ye, xayîntî û mêrxasî ye. Mamosteyê min jî jiyan e.” Guney, di sala 1972an de bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 salan di girtîgehê de dimîne û paşê serbest tê berdan.
 Yilmaz Guney dema li Edeneyê fîlmê bi navê ‘Endîşe’ dikşîne, dozgerê Yumurtalıkê ji ber haqaretê lê dike, wî dikuje û bi 18 sal cezayê zîndanê tê mehkûmkirin. Yilmaz Guney, di sala 1981ê ji girtîgeha Spartayê direve û bi awayekî veşartî derdikeve derveyî welêt.
Guney, herwiha di 9 îlona 1984an de, di 47 saliya xwe de li Fransayê diçe ser dilovaniya xwe. Ew di fîlmên xwe de, li ser tengasiya jiyana gelê Kurd radiwestiya, herwiha, xebatên xwe li ser çîrok, ceribandin û senaryo nivîseriyê jî hebû. Wî di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giranbuha li dû xwe hişt.
Fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Yol (Rê) jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982an de, bi fîlma ‘Wenda’ ya rejîsorê yewnanî Costa Gavras re xelata Palmiye ya Zêrîn parvekiribû.
Fîlmên Yilmaz Guney
Fîlmên ku Guney tê de weke nivîskarê senaryoyê, derhêner û aktor rol heye, ev in:
At, Avrat, Silah, (Hesp, Jin, Çek) (1966)
– Bana kurşun işlemez (Gule li min nake) (1967)
Pire Nuri-Seyithan (Kêç Nûrî-Seyîdxan) (1968)
Aç kurtlar, Bir çirkin adam (Gurên birçî, Mêrekî netîtal, nerind) (1969)
Umut, Piyade Osman, Yedi Belalılar (Hêvî, Piyager Osman, Heftbelayan) (1970)
Kaçaklar (Fîraran) – Vurguncular (Rêbirran) – Ibret (Sosretî) – Yarın son gündür (Sibeyê roja dawîn e)-Umutsuzlar (Bêhêviyan) – Acı (Jan) – Ag˘ıt (Lorîn) – Baba (Bav) (hemî di sala 1971an de)
Zavalıllar (Belengazan) (1972/74)
an de Arkadas (Heval) (1974)
Fîlmên ku tê de weke aktor û nivîsarê senaryoyê kar kiriye
Alageyik (Karxezal) – Bu vatanin çoçuklari (Zarokên vê welatê) (herdu di sala 1959an de)
İkisi de Cesurdu (Herdu jî wêrek bûn) (1963)
Her Gün Ölmektense (Heya her roj bimirî) – Kamalı Zeybek (Zeybekê bi singo) – Koçero (hemî di sala 1964an de)
Kasımpaşalı (Qasimpaşayî) – Kasımpaşalı Recep (Recebê Qasimpaşayî) – Konyakçı (Konyakxwir) – Krallar Kralı (Keyê keyan)(hemî di sala 1965an de)
Aslanların Dönüşü (Vegera şêran) – Es¸ref Pasalı (Eşrefpaşayî) – Hudutların Kanunu (Zagona tixûban) – Yedi Dagın Aslanı (Şêrê Heftçiyayan) – Tilki Selim (Rovî Selîm) (hemî di sala 1966an de)
At Hırsızı (Dizê Hespan) Banus – S¸eytanın Oglu (Lawê Ehrîman) (hemî di 1967an de)
Azrail Benim (Ez im Ruhstîn) – Kargacı Halil (Qijikvan Xelîl) (hemî di sala 1968an de)
Belanın Yedi Türlüsü (Heft cureyê belayan) (1969)
İmzam Kanla Yazılı (Mora min bi xwînê hatiye nivîsîn) – Sevgili Muhafızım (Parêzvanê min ê xoşevîst) – Şeytan Kayaları (Zinarên Ehrîman) (hemî di sala 1970an de)
Fîlmên ku tê de weke nivîsarê senaryoyê kar kiriye
Karacaoğlanın Kara Sevdası (Evînreşiya Karacaoğlan) (1959)
Yaban Gülü (Gulbejî) (1961)
Ölüme Yalnız Gidilir (Tenê ye çûyina mirinê) (1962)
Burçak Tarlası (Zeviya xalxalî) (1966)
Endişe (Bedgumanî) (1974)
İzin (Destûr) – Bir Gün Mutlaka (Ew ê rojekê) (hemî di sala 1975an de)
Sürü (Kerî) (1978)
Düşman (Dijmin) (1979)
Yol (Rê) (1981)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button