Break newsNûçeRaport

Yekîtî xwendekarên serkeftî li kampa Dare Şekranê xelat kirin

Rêxistina Hewlêrê ya PYK-Sê hejmarek xwendevanên serkeftî di bawernameya amadeyî li kampa Dare Şekranê li herêma Kurdistanê xelat kirin.

Bi amadebûna endamên komîteya Herêmî û ya şaxê yên rêxistina Hewlêrê, şaxê Dare Şekranê heft xwendekarên serkeftî ji xelkên Kurdistana Sûriyê xelat û pîrozbahî kirin, ku mertalên bîranînê radestî wan kirin, û navê wan ev in :

Mistefa Silêman Se’îd – Rosîm Mihemed Silêman – Senaa Mihemed Elî – Cemîla Yehya Elî – Aya Kalo – Sawêr Rif’et Hacî – Hewlêr Mihemed Seyd Xidir

Ehmed ‘Îdo endamê Komîteya herêmî ya PYK-Sê pesnê hewldanên ku xwendevan û malbatên wan dane kir, û hêvî kir ku ev hewldan di qonaxên pêş de cih bigire, ji bo xizmeta gel û doza kurd.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button