Break newsNûçeRaport

Dirbêsiyê : Komek rûpêçayî ofîsa encûmena xwecîhî teqand

Komek rûpêçayî Îro şeveqê bombeyek avêt ser ofîsa encûmena xwecîhî ya Dirbêsiyê ya bi ser ENKSê ve, û ziyanên madî mezin gihand ofîsê, û tirs xist nav hemwelatiyên bajêr.

Di lêdwanekê de ji Yekiti Media re serokê Encûmena xwecihiyê Omer Emo ragihand ku komek rûpêçayî ji sê kesan pêk dihat ku li motorekê siwar bibûn, di katjimêr du û pêncî xulek kilîtên ofîsê şikandin û bombeyek di nîvê hola ofîsê çandin, ku bû sedema zîyanên mezin, û rewşek ji tirs û xofê xistin nav hemwelatiyên taxa ku ofîs têde ye ji ber bilindbûna dengê teqînê.

Emo wiha zêde kir di gotina xwe de ku ev kiryarên terorîstî ku ji aliyê kîjan komê be, cihê şermezar kirinê ye, û metirsîyê li nik xelkê zêde dike û bandorekê li ser aramiya deverê dike, û geşbînî û hêviyan di nav hemwelatiyan dûr dixe, û nakeve di bin xizmeta berjewendiyên dosyeya kurdî de û bi taybet danûstandinên Kurd/ Kurd, wê zehmetir dike.

Di heman çarçoveya de çavkaniyeke herêmî ji bajarê Dirbêsiyê ragihand ku ev koma teqînê kir herêmî ye û girêdayî PYD’ê ve, û tekezî kir ku ti komê rûpêçayî di deverên di bin kontrola PYD’ê de tune ye, ku negirêdayî wan be yan tên birêvebirin ji aliyê kadroyên PKK’ê ve.

Hêjayî gotinê ku ofîsên ENKSê û partiyên wê, ji 2014an bi dehê caran hatine armanca kirin ji aliyê çekdarên PYD’ê û bi taybetî rêxistina Ciwanên Şoreşger.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button