Hevseroka KCK Şingal perçeyek ji Iraqê ye

Yekiti Media

Hevseroka Kongira Civaka Kurdistanî KCK Besê Hozat ji medya nêzîkî Partiya (PKK) re diyarkir, ku Şingal perçeyek ji Iraqê ye û ew serbilind in, ku ligel Artêşa Iraqê dinav pêwendiyê ne, û dinav de (YBŞ) cîh digrin.

Hozat destnîşankir, ku: “Şingal perçeyek ji Iraqê ye. Xelkê me yê Êzdî di çarçoveya Iraq a yekgirtî de, dixwaze statuya wan a xweserî hebe. Ev yek Iraqê bihêz dike. Ji xwe statuya xweseriyê di Destûra Iraqê de heye. Şingal dikare bibe xweser. Iraq dê li cîhanê jî, bibe xwedî rêz. YBŞ di têkbirina DAIŞ de rolek berçav dît. YBŞ beşek ji Artêşa Iraqê ye.

YBŞ ligel Artêşa Iraqê her di nav ahengiyê de kar kiriye. Niha Artêşa Iraqê li Şingalê ye. YBŞ ligel Artêşa Iraqê operasyonên hevbeş dike. Ev hêlwestek gelek erênî ye! Em ji vê yekê, dilxweş in..

You might also like

Comments are closed.