NûçeNûçeyên herêmî û cîhanî

Efrîn… hemwelatiyeka Kurd hat girtin

Polîsên leşkerî yên li bajarê Efrînê jinek Kurd dema ku ji gundê xwe vedigeriya bajarê Efrînê girtin.

Jêderekî xwecihî ji “Yekiti Media” re ragihand: ku Jina bi navê Arîn Fexrî Muslim temen 35 salî, bi paşnavê (Şêx Muslim) xelkê gundê Şêtka ya ser bi navçeya Mabata, roja sêşemê 03.05.2022ê hate girtin dema ku li gihişt xala kontrolê ya polîsan Li ber derbasgeha bajarê Efrînê.

wiha Got jî: Polîsên serbazî Arîn bi wê yekê tometbar kir ku ew karta nasnameya niştimanî (ku ji aliyê encumenên xwecihî ve hatibû derxistin)bi kar tîne, û bi sedema xizmetkirina wê di nav asayîşê de di dema kontrolkirina bajarê Efrînê ji aliyê rêveberiya PYDê ve.

Binpêkirin li herêma Efrînê ji destpêka dagîrkirina artêşa Tirkiyê ve, bi beşdariya grûpên çekdar ên alîgirên wê, ji bihara sala 2018an ve berdewam in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button