NûçeNûçeyên herêmî û cîhanî

Şandeke Yekîtî Kurdistanî bi kesayetên olî û civakî re civiyan

Roja Çarşemî 4ê Gulanê, şandeke serkirdayetiya Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê serdana kesayetên olî û civakî yên li gundewarê bajarê Girê Legê kir.

Şanda Yekîtî Kurdistanî bi serokatiya endamê komîteya siyasî Ferhan Mer’ê, serdana kesayetiyê civakî Şêx Ebdulselam Elî El-Başa ji êla Şemer a Ereb li gundê Rimêlan El-Başa  û kesayetiyê olî Şêx Beşîr El-Dêr  şewî li gundê Rimêlan El-Şêx.

Di her du serdanan de şanda Kurdistanî pîrozbahiyên Cejna Remezanê pêşkêşî wan kir û tekez li ser girîngiya rola kesayetên civakî û olî di parastina aramiya civakî li navçeyê û di nav hemû pêkhateyan kir.

Ji aliyên xwe ve jî wan kesayetan spasiya serdana şanda Kurdistanî û girîngiya peywendiya di navbera hemû aliyan li deverê de kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button