Nûçe

Şandeke Partiya Yekîtî serdana Serokê Eniya Aştî û Azadiyê Şêx Ehmed El-Cerba kir.

Îro çarşem 04.05.2022, şandeke serkirdayetiya Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê, serdana serokê Eniya Aştî û Azadiyê Şêx Ehmed El-Cerba li gundê Tel Xezal li başûrê bajarokê Girkê Legê kir.

Şanda Yekîtî Kurdistanî pîrozbahiyên Cejna Remezanê pêşkêşî El-Cerba kir û pîrozbahî jî bi boneya nûkirina serokatiya wî ji Eniya Aştî û Azadiyê û vegera wî bo gundê xwe re kir.

Ji aliyê xwe ve, El-Cerba bixêrhatina şanda Yekîtî Kurdistanî kir û tekezî kir li ser giringiya peywendiyên di navbera her du aliyan de .

Her du aliyan tekezî li ser giringiya avakirina Eniya Aşitî û Azadiyê, û giringiya aktîvkirina ofîsên girêdayî wê kirin, û tekezî li ser giringiya aştiya sivîl li herêmê, û parastina peywendiyên dîrokî yên di navbet pêkhateyên herêmê de ye di berdewamiya krîz û şerê li Sûriyê.

Her du alî rewşa niha ya deverê û azarên pêkhateyên herêmê û bi taybetî nebarîna baranê bo sala duyê li ser hev û bihabûna nirxan û nebûna xizmetguzariyên bingehîn gotûbêj kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Partiya Yekîtî Kurdistanî yek ji partiyên damezrînerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye , ku Enî ji Encumana Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê û Rêxistina Asûrî ya Demokrat û Şepêla Pêşerojê ya Sûrî û Encumana Erebî li Cezîrê û Ferat pêktê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button