Gotar

Rojnamegeriya Kurdî di 124 saliya xwe de.

Ferhad Şêxo 

Rojnamegeriya Kurdî di 124 saliya xwe de.

Çapemenî neynika gelan e û yek ji faktorên herî girîng ên bandorê li raya giştî dike, çawa ku bandorê li jiyan û tevgerên gelan dike, di heman demê de rastî bandora wan a siyasî, dîrokî û şaristanî jî tê, loma dîrok û pêşketina çapemeniyê bi dîroka gelan ve girêdayî ye.

Rojnamegerîya kurdî yek ji wan amûrên girîng û pêşeng e di tevgera xebat û rizgarîya Kurdistanê di hemû waran de, û nexasim roleke wê berbiçav heye di pêşxistna fikir û ramanê gelê kurd, ku pêşketinên cîhanê digîne civaka kurdî, loma rojnamegerîya kurdî rastî gelek astengî ,kelem, sansûr û êrişan dihat bi taybetî ji aliyê dewletên Kurdistan dagir kirine.

Ji bo pêdiviya pêşxistina hestê netewî û rakirina zilm û zordariyê ji ser gelê kurd re, Mîrê rojnamegerîya kurdî penaberî Qahîreyê bû, ku tevgera çandî lê xurt bû. Ji wir rojnameya xwe bi zimanê kurdî û bi Alfabeya farisî û erebî , ku wê demê hatibûn pejirandin dixist.

Rojnameya “Kurdistan” gaveke dîrokî bû ji bo çapemeniya kurdî , û gihandina zanyarî û bûyerên navçeyî , cîhanî û Kurdistanî , ku di 22ê Nîsana 1898an de û berî bi 124 salan Mîrê rojnamegerîya kurdî Miqdad Midhet Bedirxan li Qahîra , Li paytexta Misirê di nav şertên mişextiyê de, rojnameyekê bi zimanê kurdî bi navê rojnameya “Kurdistan” derdixe ku dûrî xaka Kurtdistanê li derveyî welêt belav dike.

Û ji wê rojê de heta roja îro roja 22ê Nîsanê hemû rojnemevan û dezgehên ragihandina kurdî û tevahî gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt hersal vê rojê bi bîr tînin û pîroz dikin.

Rojnameya Kurdistan li serhev (31) hejmar jê derketibû , 5 hejmarên pêşîn ên rojnameyê di şert û mercên dijwar de li Qahîreya paytexta Misrê hatibûn derxistin, lê piştî zext û zordariyên dewleta Osmaniyan hêjmarên wê yên 6-31an ji aliyê Ebdurrehman Bedirxan ve li Swîsreyê û Inglistanê hatin derxistin.

Çapemenî wijdan û nîhadê civakê ye ku ji ber bûyeran tê provokekirin û bi profesyonelî wan nûçeyan bi şêweyeke temamî û pêwîst radigihîne, ji ber vê yekê rojnameya Kurdistan hat holê, ku têde Miqdad bang li gelê kurd dikir ku xwe bi zanist û zanîn pêşbixin û bi biratî bi gelên bindest ên di bin kontrola Osmanî de bijîn, ku siyaset û qirêja deshilata Osmanî dida xuyakirin, di heman demê de daxwaza mafên Kurdan dikir, û siyaseta sultan Ebdulhemîd li dijî kurdan diyar dikir, hemdem bang li gelê kurd dikir ku xwe çek bikin bi zanist û guhdanê bidin dîrok ,wêje , siyaset û nûçeyan bi giştî.

 

Wiha mîrê rojnamegerîya Kurdî Miqdad di hejmara yekê, rûpela yekê di rojnameya Kurdistan dibêje : “Keyfa min têt ji Kurda re, kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zeka ne, camêrin, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurtin û dîsa wek qewmên dî ne xwendan e, ne dolmendin, dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê te’ala paş niho her pazdeh rojade carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye (KURDISTAN), vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me’arîfeta bikim, li kûderê mirov die’lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîşa kurda bikim. Li kûderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, ticaret çilo dibe, ezê hemiya hekat bikim. Heta niho kesî cerîdekî holê ne nivîsiye, ev cerîdeya mina ha ya ewilî ye, loma wê gelek kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmaya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemi tişt wekî nû çêdibin kêmin, paşê hinekî diçe, dikeve rê de..).

 

Bêguman ev rojname di hişyarbûna neteweyî ya Kurdan de bandoreke mezin li rewşenbîriya Kurdî û tevgerên Kurdan kiriye.

 

Rojnamegerî pîşeyeke dijwar e û îro li her devera cîhanê yek ji pîşe û kesên ku herî zêde rastî tundiyê tên rojnamegerî û rojnameger in û bi taybetî jî rojnamegerên kurd in.

Lê mixabin piştî 124 salan ji weşana yekemîn rojnameya Kurdistan û digel pêşketina teknolojiyê û medyayên cûrbicûr tê xuyakirin ku çapemenî û medyaya kurdî hîn dîlê hest, gilî û bindesteya dîrokî maye, û gelek carinan metodolojî, lêkolînên zanistî û objektîvbûn têde tune ye , û tê de diyar dibe kaotîk û tevlihev e di encama nebûna projeyek medyayî ya yekgirtî li ser bingeha dîtin û bernameyên siyasî ku pênase û eşkere be, ew jî vedigere di encama nebûna navendên lêkolînên stratejîk û girêdana xwezaya gotara şandî bi îdeolojîya partiyan,

bi taybetî li ser asta navxweyî ya kurdî, ku bû alîkar di firehkirina kêşeya ku berê hebû di navbera aliyên kurdî de, û hat eşkerekirin ku dilsozî û wefadarî

ji bo (rêber, serok û partî) di gelek qadan de di pêşiya dilsozî û girêdana bi kurdayetîyê re û dûrahiya neteweyî ya peyama medyayê.

Baweriya karê çapemeniyê yek ji sedemên sereke ye ku rojnamegerî pêşdikeve û bi vî awayî bandorê li raya giştî dike, ji ber ku rojnamevan raman û nirxekî hildigire ne tenê kesê ku ketiye nava karê çapemeniyê de.

 

ji ber vê yekê dema ku bê sîstem û pirojeyekê be dê bandorekê wê neyênî vegere ser doseya Kurdî li her çar perçeyên kurdistanê, loma tê xwestin ji dezgehên rojnamegerî, partiyan, pisporên ragihandinê, zane û rewşenbîrên kurd li ser vê kêşeyê rawestin û hişiyarîyekê bidin civaka kurdî, û hewldana avakirina saziyeke Medyaya neteweyî bihêz ku bi pirziman biaxive û navendeke wê girêdayî bi her çar parçeyên Kurdistanê hebe ku raya giştî ya navxweyî û derve li ser bernameyek sîstematîk ku pisporên ragihandinê û zaneyên derûnî û civakî di amedekirina peyamek netewî ya medyayî li gorî pîvanên nûjen û pêşketinên têknolojî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button