Break newsNûçe

PAK, PSK, TDK-Tevger: Êrîşên Li Ser Baragehên Rêxîstînên Kurd Li Rojavayê Kurdistanê Nayê Qebûl Kirin

Ev demek dirêj e ku li Rojavayê Kurdistanê êrîş û şewitandinên li ser baregehên partî û rêxistinên kurdan yên ku ne bi PYD-YPG re ne û endamên ENKS ne, berdewam dikin. Ev êrîş û şewitandin, di van rojên dawî de hîn zêdetir bûne. Ev ji bo tevgera neteweyî cihê metirsî û xemgînîyek mezin e.

Em bi awakî pir zelal diyar dikin ku ev êrîş û şeweitandinên bargehên partî û rêxistên kurdan, girtina endamên rêxistinên kurdan; bi darê zorê revandina xort û keçan, ne di menfeet û xizmeta doza neteweyî ya miletê Kurd de ye û li dijî hemû prensîbên siyasî, neteweyî, demokratîk û mirovî ne. Rê li ber lihevkirina Kurd bi Kurd digire.

Em daxwaz ji “Rêvaberiya Xweser” û dezgeyên asayişê dikin ku pêşiya van êrîş û binpêkirina mafên siyasî û rêxistinî bigrin; tawanbaran destnişan bikin û cezayên pêwîst li wan bibirin; da ku êdî dawî li ber van êrîş û tevgerên ne rewa bê anîn.

Rewşa Navçeya Rojhilata Navîn û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê gelekî aloz e. Şerê Rusya-Ukraynayê jî vê rewşa heyî aloztir dike.
Di vê rewşa taybetî û metirsîdar de, parastina Rojavayê Kurdistanê û geşkirina tevgera neteweyî li vî beşê Kurdistanê jî wezêfeyek bingehîn ya her partî, rêxistin, tevgerên neteweyî, rewşenbîr û welatparêzên kurd e. Ev jî ancax bi pêkanîna hevkarî û yekitiyên neteweyî û demokratîk mumkun e. Divê em ji bîr nekin ku hevkarî û yekitiya nav hêzên neteweyî yên kurdan bi awakî giştî bi siyaseta dewletên mezin yên li navçeyê ne, lihevhatî ye û ev daxwaza wan e jî.

Em carekî din banga ENKS, YPG-PYD dikin, ku li ser “Peymana Hewlêr û Dihokê”, bi beşdariya partiyên din yên ne di nav ENKS û PYNK ne, li ser xetek neteweyî û demokratîk hevkarî û yekitiyek berfireh pêk binin. Grûpparestî û ezezî dijminê bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk yê miletê Kurd e; dermanê vê nexweşîyê jî di hevkarî, yekitî û yekreziya hêzên neteweyî de derbas dibe!

Em êrîş û şewitandinê li ser baregehên partî û rêxistinên siyasî şermezar û mehkûm dikin!

Divê ev êrîş di cêh de bêne rawestandin, sûcdarên van kiryaran bêne eşkere kirin û cezakirin!
22 Nisan 2022

PAK, PSK, TDK-Tevger

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button