NûçeslideUncategorized

Şandek partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya li gel Hevgirtina Jinên Kurdistan- Sûriya civiya

Yekiti Media

Şandek ji partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya serdana rêxistina Hevgirtina Jinên Kurdistan Sûriya roja Duşemê 29-7-2019 li navenda Hevgirtinê li bajarê Qamişlo.

Şanda partiya Yekîtî ji sekretêrê partiyê Silêman Oso û herdû endamên komîta Siyasî Nisrîn Çeto û Mejdel Delê û hin endamên nivîsgeha Jinê di rêxistina Qamişlo ya partiya Yekîtî pêkdihat.

Di hevdîtinê de herdû aliyan tekezî li ser berdewamiya hevdîtin û diydara kirin da ku rola Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li pêşxin.

Ariya Cimaa nûnera Hevgirtinê di emandariya giştî ya ENKS diyar kirk u civaka Kurdî di rewşeke xerab re derbas dibe û pêwîsta ENKS û pêkhatên wê ji rêxistinên Jinana piştgirbin da ku bi Erkê xwe rabin.

Ji hêla xwe ve  sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya Silêman Oso piştgiriya partiya xwe ji hemû pêkhat û rêxistinên ENKS re ragihand da ku xizmeteke baş ji civakê re bikin.

Tê zanîn ku ev hevdîtin yek ji bilana komîta navendî ya partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya bû, da ku têkiliyên xwe li gel partî û pêkhatên ENKS bi hêztir bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button