Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized

Serok Bazanî destnîşankirina Hazim Tehsîn Beg wek Mîrê Kurdên Êzidî pîroz kir

Yekiti Media

Bi helkefta destnîşankirina Hazim Tehsîn Beg wek Mîrê Kurdên Êzidî, Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê jêre sand.

Barzanî di peyama xwe de hêviya serkeftinê ji mîrê nû yê Êzidiyan re xwast û piştevaniya xwe jî jê re ragihand.

 

 peyama Serok Barzanî

 

Birêz Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyan

Bi boneya destnîşankirina we wek Mîrê Êzidiyan, bi germî pîrozbahiyê li we yê birêz û tevahiya xwişk û birayên Kurd ên Êzidî dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazim.

Kurdên Êzidî pêkhateyeke resen a netewa Kurd û gelê Kurdistanê ne û hêvîdar im di erkê nû de bi baştirîn şêwe xizmeta wan xwişk û birayên me bikin û em jî hevkar û piştevan dibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button