Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Barzanî çû Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.

Barzanî îro piştî hevdîtina digel Serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper çû Amerîkayê.

Peyamnêrê Rûdawê li Washingtonê Namo Ebdullah jî ragihand, li gorî ku rayedarên Wezareta Derve ya Amerîkayê gotine, Barzanî dê bi Serokê Amerîkayê Barack Obama, Alîkarî wê Joe Biden û rayedarên Pentagon û Kongreya wî welatî re hevdîtin bike.

Li gorî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, Fuad Husên, Barzanî wê li Amerîkayê behsa “Dewleta Kurdî” jî bike.

Şerê kurdan ligel rêxistina DAIŞê, şerê rizgarkirina Mûsilê û diyarkirina sînorê Herêma Kurdistanê di nava Iraqê de, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, dê mijarên serdana Barzanî bo Amerîkayê bin, lê ji wan mijaran mezintir, doseyaDewleta Kurdî ye.

Fuad Husên dibêje, “Barzanî vê carê, wê bi eşkere û bi zelalî wê doseyê ligel xwe bibe Koşka Spî û li pêşiya Serokê wî welatî Barack Obama deyne.”

Ev cara 4ê ye ku Barzanî ji aliyê Koşka Spî ve tê pêşwazîkirin, lê Fuad Husên dibêje: “Serdana vê carê pir cuda ye û şerê li dijî DAIŞê gellek tişt guhertine.”

Koçka Spî, hem mal û hem cihê karê Serokê Amerîkayê, Barack Obama ye. Li wir Obama pêşwazî li serokên welatên cîhanê dike. Lê pir kêm serokê vê dewleta mezin di wê koşkê de pêşwazî li siyasetmedarekî dike ku serokê dewleteke ne naskirî be. Ew bûyer jî dê ligel serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Koşka Spî biqewime.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê, Marie Harf di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê ragihand: “Serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Amerîkayê wê heftiyekê berdewam bike.”

Harf bal kişand ku ev serdana yekê ye ji Barzanî re piştî 3 salan, ku di demekê de ye ku pêwendiyên siyasî û leşkerî di navbera Başûrê Kurdistanê û Amerîkayê de gihîştine asteke dîrokî.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê wiha domand: Barzanî wê ligel berpirsên îdareya Obama de li ser hejmareke pirsan gotûbêjan bike, wek piştevaniya bihêz û berdewam a Amerîka bo Kurdistana Iraqê û gelê kurd.

Pêşwaziya Washington li Barzanî di vê asta bilind e, pêwendî bi wan guhertinan heye ku li piştî ketina rejîma Beasê li Iraqê qewimîn û hiştin ku kurd bibin xwedî bandoreke mezin li navçeyê.

Harf bal kişand ku Barzanî di serdana xwe de ligel Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry nacive, ji ber ku bi gotina wê Kerry wê di dema serdana Barzanî de li derveyî Amerîka be.

Marie Harf herwiha ji Rûdawê re got: “Barzanî wê li şûna Kerry ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Tony Blinken bicive.”

Peyamnêrê Rûdawê li Washingtonê ragihand ku Barzanî wê li avahiya Wezareta Derve ya Amerîka ligel Blinken civîneke dûr û dirêj lidar bixe û tê de behsa asta hevkariya di nabera Başûrê Kurdistan û Amerîkayê bike.

Alîkarê berê yê Wezîrê Derve yê Amerîkayê, David Mack wiha got: “Sala 1991ê, dema Barzanî wek serkirdeyekî xort hat Washingtinê, ez pilebilindtirîn berpirsbûm ku ligel wî civiyam. Ji wê demê heta niha gellekî bandora wî zêdetir bûye. Ew bandora ku bi dest aniye bi awayekî mezin sedema wê siyaseta xwe ya pirakmatîk e. Her dema ku pêwîst bûbe, ligel Bexda û Enqereyê jî lihev kiriye.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button