Break newsNûçeslide

Nivîsgeha jin û ciwanan ya partiya yekîtî şaxé rojhilatî qamişlo cejna mamosteyén kurd vejîn kir

Yekîtî Mîdiya – Qamişlo
Bi vexwendineké ji navenda siléman adé û nivîsgeha jin û ciwanan ya partiya yekîtî ya kurd li sûrî şaxé rojhilatî qamişlo roja mamosteyén kurd hat vejîn kirin li naavenda nav bûrî bi beşdarbûna gelek xelkén bajaré qamişlo.

Dest péké bixérhatina mévanan hat kirin ji aliyé amadekarin ahengé ve û xulek bé denk kesé  hazir sekinîn li ser cané pakrewanén kurd û kurdistanû kurdistané tevlî sirûda netewa kurd “ey reqîb”.

Hesen salih cîgiré sekretéré partiya yekîtî û endamé nivîsgeha siyasî gotna partiyé péşkéş kir û téde tekez kir li ser giringiya vé boneyé û vejînkirina wé her weha xelatkirina mamosteyan yén ku gelek zehmetî dîtin derbarî belavkirina zanîné li ser nifşé nû hatî û bi taybet zimané kurdî .

Bi dû de gotina navenda siléman adé û gotina nivîsgeha jin û ciwanan hatin péşkéş kirin , yén ku di naveroka xwede berdewamiya çalakiyan anîn ziman çi di aliyé çandé de û çi zanîné.

Û bi berdewambûna pirogiramén vé ahengé çend mamoste û şagirtén wan hatin xelatkirin û koma xelat ya filiklorî hin sitran péşkéş kirin û şanok bi zimané ingilîzî ji aliyé şagirté korsa mamoste ciwan mihemed ve hat péşkéş kirin.

Té zanîn ku roja cejna mamosteyén kurd di keve 26é meha nîsané ku ew roja ji dayikbûna mîr celadet bedirxane.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button