Break newsHevpeyvînslide

Hevpeyvîn li gel nivîskar û rojnamevan Salih Turan

Amadekirin: Ferîdon qiçço

Malpera Yekîtî Media bi xêr hatina te dike li gel vê hevpeyvîna taybet

1- Di destpêka vê hevpeyvînê de, em dixwazin hindekî tu li ser jiyana xwe bi axive, û bi taybet di warê nivîsandinê de.

Li destpêkê gelek spasiya we dikim ji bo ku we ev derfet da min û di xebatên Malpera Yekîtî de ku dezgeheke medya Kurd e serkeftinê dixwazim.

Li gor nasnameya Tirkiyê ez li bajarê Batmanê 25’ê Sibata 1977’an ji dayik bûme.  Heta dawiya salên 1990’an li wir bûm. Wek hemû zarokên Kurd ez jî neçar bûm li dibistanên Tirkî perwerde bibim ku heta li salên destpêka dibistanê ji ber nezanîna zimanê Tirkî, bi lêdana ewil ya mamosteyê xwe bi Kurdbûna xwe hesiyam. Her ku ev sosretek be jî rastiya me ev e.

Li dema zaroktiya xwe gelekî pê şanaz im ku ji malbate kurdewar û ji doza Kurd haydar têm. Ev jî bû sedem ku li 11-12 saliya xwe bi alfabeya Kurdî hevnas bibim û ceribandinên xwe yên pêşî yên nivîsîna Kurdî bikim. Ji ber nebûna derfetan û tunebûna dezgehên xwendin û nivîsînê em neçar bûn zimanê xwe bi hewldanên xwe yên şexsî fêr bibin. Lê ew ne nivîskariyeke rêk û pêk û profesyonelî bû. Dikarim bêjim, min car caran li ser kaxezan wek rojnivîsk, helbest û çîrokên serpêhatiya jiyanê xêz dikirin.

Mijulbûna mina nivîskariya bi hatina min a Stenbolê ya ji bo zankoyê gihîşt asteke din. Li 1997’an Unîversîteya Marmarayê min dest bi xwendina beşa rojnamevaniyê kir. Lê tim meyla min li ser Kurdî bû û min dixwest vî karî bi zimanê xwe bikim.

Wisa jî çêbû û dema min xwendina xwe dikir li aliyekî jî li Heftenameya Azadiya Welat ku yekem rojnameya rêkûpekî ya Kurdî bû li Tirkiyê, min dest bi karê rojnamevaniyê kir.  Ji sala 1999’an heta 2001’ê wek peyamnêr û edîtorê rûpelên nûçeyan xebitîm.

Di ber karê rojnamevaniyê re min helbest û ceribandinên wêjeyî jî dinivîsandin ku li hin kovarên wê demê diweşiyan hatin belav kirin. Helbestên min ên ku ji sala 1999’an ve min berhev kiribûn wekî pirtûk li sala 2014’an hatin çapkirin. Her çiqas karê min ê esil rojnamevanî be jî hestên xwe bi nivîsandina helbestan berdewam dikim.

Ev nêzî 16 sal in li Stenbolê me û bi nivîs û karên Kurdî re mijul im. Ji ber ku rojnamevanî û nivîskariya Kurdî min ji xwe re kiriye wek helwesteke jiyanê û xizmetek ji bo miletê xwe, her çiqas  bi Tirkî perwerde bûme jî min ti caran dil nekir û nexwest derkevim derveyî zimanê dayikê. Helbet li salên pêşî gelek doz jî ji ber karê rojnamevaniya Kurdî li min û gelek hevalên wê demê hatin vekirin.

Niha derfetên ragihandinê û bikaranîna zimanê Kurdî di medya û nivîskariya giştî de zêde bûne û ew zehmetiyên 15 sal berê tune ne li pêşiya me. Mixabin ligel rabûna qedexeyan û vekirina qadên nû ji bo nivîs û ragihandinê re jî hîna li Bakurê Kurdistanê bi taybet Kurdên penaberî bajarên Tirkiyê bûne, li jiyana rojane zêde xwedîtiyê li zimanê xwe nakin.

Rêjeya nivîskarên Kurd û xwendevanan pir nêzî hev e. Hema bêje nivîskar û xwendevan bi qasî hev in. Lê diviyabû bi milyonan xwendevanên Kurdî hebûna û mixabin tune ne û pirtûkeke 1000 heb tê çapkirin di 2-3 salan de nayê firotin. Ji ber vê yekê jî kesên mîna me bi nivîsîna Kurdî re eleqedar dibin divê li her qadên jiyanê hişmendiya xwedîderketina ziman, bi taybet jî li nav ciwanan zêde bikin. Ez jî wek rojnamevanekî Kurd bi rêya ragihandinê û torên civakî yên înternetê hewil didim ew hişmendî çêbibe û keç û xortên me yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê êdî li şûna zimanê Tirkî bi zimanê dayika xwe binivîsin û bixwînin.

 

2-Di hevpeyvîneke te de li gel TRT KURDÎ tu car caran weke siyasetmedaran di axivî, gelo çi bandora siyasetê li ser te heye weke nivîskar û rojnamevan?

 

Em Kurd her li kuderê bin jî bê siyaset nikarin bijîn. Êdî siyaset bûye qedera me. Ev jî dibe ku ji bindestiya me tê. Di rastiya xwe de jî siyaset mixabin ji Kurdan re bûye yekane hewildana xwe îfadekirinê.

Ez jî neferekî vî gelî me û ji ber karê rojnamevaniyê bivê nevê ji gelekan bêhtir rojeva siyasî û rewşa gelê me li çar parçeyan dişopînim. Ev yek her wiha bandora xwe li ser jiyana min a rojane û hestên min jî dike.

Dema helbestekê binivîsim jî nikarim xwe bi tevahî ji rojeva gelê Kurd dûr bikim. Rojnamevanî û peyamnêrî dibe ku şopandina rûdanên rojane be, lê bandora xwe li hestên mirov jî dike. Car caran ji kite kitên rojevê hest jî xwe diafirînin.

Kurd niha di serdemeke dîrokî de derbas dibin. Bi taybet li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê êrîşên hovane yên DAIŞ’ê li ser Şingalê û Kobaniyê tesîreke mezin li ser derûniya me jî kirin. Ji aliyekî ve Kurd bi netewbûna xwe hesiyan ji aliyekî ve jî Kurdan dîsa êşeke mezin kişand bi rûbirûbûna van karesatan re.

Yanî polîtîzebûna me Kurdan jî bêhtir piştî van rûdanan û kiryarên li ser gelê me têne kirin dibe helwesteke asayî. Em dikarin bêjin ku Kurd ji ber rewşa bindestiya ax û welatê xwe polîtîze bûne. Lê divê êdî em vê hêrsa xwe ya derûnî bi nivîsandina pirtûkan û edebîyatê jî bixemilînin.

 

3-Piştî guhartinên dawî li deverê, di nerîna te de wê bandor li ser Turkiyê hebe di vê qonaxa pêvajoya çareseriyê ya di nav desthilata Turkiyê û PKK de?

Prosesa aştîyê li destpêkê hêviyeke mezin li ser civaka Kurd û Tirk peyda kir. Lê aliyan ji bîr kir ku ev pirs ne pirsgirêkeke rojane ye, ji dîrokê hatiye heta îro. Pirsa Kurd bûye girêkek ku rê li ber pêşveçûna Tirkiyê digire hem jî ji ber êş û azarên bi salan yên ji ber înkar û qedexeyan gelê Kurd jiyaye, pêwîstîya aramiyê heye.

Bi nêrîna min hê jî dewleta Tirkiyê ne amade ye pirsa Kurd di çarçoveyeke hiqûqî ku statuya gelê Kurd nas bike de çareser bike. Hikûmeta AKP’ê niha tenê dixwaze PKK çekan deyne, lê di warê siyasî de jî behsa tu gavan nake. Bi qasî em dibînin û ji daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî xuya dibe ku ew pirsa Kurd wekî pirseke siyasî nabînin û dixwazin li ser mafên hemwelatîbûna Tirkiyê çareyekê bibînin jê re.

Siyaseta Kurd jî beramberê nêrîna deshilatdar ne xwedî bernameyeke berbiçav e ji bo çareserkirina pirsa Kurd û bidestxistina mafên netewî û siyasî yên gelê Kurd. Ev jî dibe sedema hin rexneyan di nav Kurdan de. Lê ji ber ku ti alternatîfên bi hêz li hemberî vê rewşê tune ne dengê yên ku rexneyên xwe tînin ziman jî zêde li nav civakê cihê xwe nagirin.

Niha siyaseta Tirkiyê û Kurdan tenê li ser hilbijartinên giştî yên parlemenê berdewam dike. Gelek pirsên ku diviya werin çareserkirin heta piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê hatine taloqkirin. HDP ku li ser bingeha doza Kurd a deh salan hatiye avakirin, wek partiyeke tevahiya gelên Tirkiyê hembêz bike derketiye meydanan dengan dixwaze. Niha gelek derdor dibêjin, ger HDP benda sedî 10 ya hilbijartinê derbas bike û bikeve parlemenê wê pêşî li deshilatiya hêzdar ya AKP’ê were girtin.

Belê rast e, lê HDP ya ku li ser doza Kurd û xwîna şehîdan xwe bi navekî cuda be jî gihandiye îro diviya bernameyeke xurt li ser pêvajoya aştî û çareseriya pirsa Kurd jî pêşkeş bikira. Li şûna wê bernameya xwe ya hilbijartinê li ser pêşxistina demokrasiya Tirkiyê amade kiriye û pirsa Kurd jî yek ji wan pirsên gel û neteweyên din yên civakê dibîne. Ev nêrîn dibe sedema rexneyan û hinek jî wek taktîkeke hilbijartinê binav dikin.

Dema em li ser van xalan bifikirin emê bibînin ku prosesa aştiyê hem ji aliyê siyaseta Kurdan ve hem jî ji aliyê dewletê ve ji çareseriyeke mayînde re pir dûr e. Başiya vê pêvajoyê ev e ku agirbesteke domdar heye û mîna berê xwîn nayê rijandin.

Mirov dikare bêje tekane başiya vê pêvajoyê jî ew e ku pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û PKK’ê de heta radeyekê rawestiyane û ev jî ji bo normalîzebûna civakê gaveke erênî ye.

 

4-Rewşa Kurdistana Sûriyê tu çawa dinerxîne piştî çar salan ji şoreşa dijî rêjîma Esed?

 

Mixabin alozî û krîza li Sûriyê ku ev 4 sal in berdewam dike, bûye sedema şerekî navxweyî û bi sed hezaran hemwelatiyan can da û bi milyonan kes jî bûne penaber li welatên din. Rejîma Sûriyê ne ji niha ve ji berê ve xwedî raboriyeke nebaş û xedar e. Bi taybet li ser Kurdan zilm û zoreke mezin kiriye, heta ew bê nasname hiştine û gelek caran jî bi kuştin û hespskirinê diranê xwe nîşanî Kurdan daye.

Piştî krîza Sûriyê ya li 2011’an destpê kir ji bo Kurdan jî hêviyek çêbû. Ger Kurd bi yekdengî li dora hev bicivîyana bi nêrîna min rewşa wan ji ya niha wê çêtir bûya û êrîş û metirsiya li ser herêma Kurdî jî wisa zêde nedibû.

Nakokiyên di navbera aliyên siyasî de hişt ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê jî belawela bibin û koçberî welatên din bibin. Ger siyaseteke baş bihata meşandin û aliyên siyasî li ser mafên netewî yên Kurd li hev bikirana wê rewşa Kurdên Sûriyê ji niha gelekî baştir bûya û hewce nedikir dev ji welat û axa xwe jî berdin.

Wekî tê zanîn peymanên Hewlêrê û herî dawî jî ya Dihokê bi ser neketin. Helbet ENKS û TEVDEM du aliyên cuda ne li Kurdistana Sûriyê, lê diviyabû ji bo parastina erda xwe û mafên netewî wekî yek alî xizmeta gelê xwe bikirina. Aloziya siyasî ya navbera wan hîna berdewam dike û mixabin nayê pêşbinîkirin ku di nêzîk de jî çareser bibe.

Li Kobaniyê hevkariyeke baş çêbû, bi taybet bi hatina Pêşmergeyên Kurdistanê re. Wek Kurdekî ez jî hêvîdarim li demên pêş qet nebe li erdê hevkariya hêzên Kurdî bidome ku ev ê jî heta radeyekê di nav gel de neliheviyên siyasî beralî bike.

 

5- Gotina dawî ji malperê re.  

Pir spasdarim ji Yekîtî Mediayê re ku bi vê hevpeyvînê derfet da min çend gotinan bikim. Ne tenê wek rojnamevan û nivîskarekî Kurd, her wiha wek Kurdekî ji rêzê hêvî dikim, çawa ku we navê Yekîtî li xwe kiribe yekîtî û hevgirtineke siyasî jî di nav Kurdên Rojavayê Kurdistanê de peyda bibe.

Pêdiviya me Kurdan gelek bi dezgehên medyayê heye û divê em hem li nav civaka Kurd hem jî li qada navnetewî bikarin dengê xwe bilind bikin û bihêlin ku gelê me ji nêz ve nas bikin.

Yekîtî Medya jî yek ji wan dezgehên ragihandinê ye ku karê we pîroz dibînim. Serkeftinê di kar û xebatên we de dixwazim.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button