Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Ozçelik: Helwesta PYD ê seqetkirina azadî û demokrasîyê ye

Yekîtî Media 15/8/2016

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK girtin û ji derêxistina serokê ENKSê Birahîm Biro ji Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Di vê derbarê de daxûyaniya Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê eve:

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Têlefonî Serokê ENKSê Birahîm Biro Kir.

Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Ozçelik peywendîyeke telefonî li gel serokê ENKSê rêzdar Birahîm Biro danî.

Rêzdar Mustafa Ozçelik nerazîbûna xwe ji binçav kirin û derxistina cenabî wî ya ji Rojavayê Kurdistanê anî ziman. û got ’’Ev helwesta seqet kirina azadî û demokrasîyê ye.

Divê PYD,TEVDEM û rêveberîya Rojavayê Kurdistanê zûtirîn wext jibo pêkanîna rêveberîyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî ya hemû partîyên Kurdan gavan bavêjin. Serkeftina gelê me dê bi rêzgirtina li hevdu û bi tifaqê pêk were. Em vê binçav kirin û derxistina ji Rojavayê Kurdistanê, wekî binpêkirina azadîya ramanî û birêxistin bûyinê dibînin’’

Rêzdar Birahîm Biro jî spasîya xwe pêşkêşî Rêzdar Mustafa Ozçelik kir û got ‘’Emê xebatên xwe li Rojavayê Kurdistanê pêşdetir bibin’’

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button