Break newsNûçeslide

Li Hesekê di navbera asayişa PYD û milîsên Berevaniya Niştimanî şerûpevçûn derket

Yekîtî Media 16/8/2016

Îro sêşemê 16ê Tebaxê, li bajarê Hesekê şerûpevçûn di navbera asayişa partiya Yekîtiya Dîmokrat PYD û milîsên artêşa Berevaniya Niştimanî yên girêdayî Rêjîma Sûrî li navenda bajêr derket.

Li gor agahiyan şerûpevçûn di demjimêr 12:30 nîvro derket bêyî ku sedem bê naskirin, li kolana Filestîn û ya Qamişlî û gorepana Merşo, ji ber derketina şer jî welatiyên sivîl bazar valakirin û bazar bigiştî hat girtin.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Hesekê diyarkir ku şerûpevçûn ta vê kêlîkê berdewam in , û herdû alî çekên sivik û yên orte bikartînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button