Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Fermandarê Amerîkî: Me ji ber Tirkiyê ji YPGê xwest ku navê xwe biguhere

Yekîtî Media 22/7/2017

Fermandarê Hêzên Taybet ên Amerîkayê General Raymond Thomas got, ji ber ku Tirkiye Yekîneyên Parastina Gel (YPG) girêdayî PKKê dibîne wan pêşniyara guherandina nav li YPGê kir û wan jî navê xwe wek Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) guherandiye.

Fermandarê Hêzên Taybet ên Amerîkayê Raymond Thomas li civîna ewlekariyê ya salane a li Enstîtuya Aspena eyaleta Coloradoyê derbarê PYD û YPGê de daxuyanî da.

Raymond Thomas di civînê de li ser avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) got wan ji YPGê  xwest navê xwe biguherîne û YPGê jî navê xwe kir HSD.

Thomas diyar kir: “Guhertina navê wan gelek baş bû çimkî dixwestin beşdarî hevdîtinên Cinêv û Astanayê bibin ku pêşeroja Sûriyê tê gotûbêjkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button