Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Firokeyên Rêjîma Sûriyê Reqayê bombebaran dikin

Yekîtî Media 22/7/2017

Televizyona fermî ya rêjîma Sûriyê ragihand ku firokeyên şer yên rêjîma Sûriyê li rojhilatê Reqayê navendên DAIŞê kirine armanca xwe.

Li gor nûçeya televîzyona rêjîma Sûriyê firokeyên şer yên wî welatî di navbera Derêzorê û Reqayê de li Maadan û Bir el-Sabkhawiyê baregeh û otomobîlên DAIŞê bombebaran kirin.

Rêxistina Çavderiya Mafên Mirovî ya Sûriyê jî ragihand ku demekê dirêj e firokeyên şer yên rêjîma Sûriyê li nêzîk Reqayê êrîş nekirine.

Tê zanîn ku Amerîkayê di meha hezîrana îsal de li Reqayê di dema operasyonekê asmanî de firokeyeke şer ya rêjîma Sûriyê xistibû xwarê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button