Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka daxwaza Tirkiyê ya perwerdekirina polîtan red dike

Yekîtî Media 30/8/2017

Amerîka daxwaza Tirkiyê ya rahênankirina pîlotên firokeyên F-16 red kir û ji Pakistanê jî xwest ev daxwaza Tirkiyê bicîh neyîne.

Di pêwendiyên Tirkiyê û Amerîkayê de krîzeke din rû da. Jiber hewldana derbeya serbazî ya 16’ê Tîrmehê, gelek pîlotên firokeyên şer ji artêşê hatibûn dûrxistin û hinek jî hatibûn girtin.

Tirkiye bo pêdiviyên xwe serî li welatên xwedî firokeyên F-16 da ku, pîlotan rahênan bikin. Pakistanê bersiva erênî dabû ku bo rahênanê pîlotan bişîne Tirkiyê.

Lê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) bersiva Tirkiye neda û nehîşt Pakistan jî vê bike. Tirkiye dixwaze pîlot li Tirkiyê bên perwerdekirin, lê Amerîka vê daxwazê di cih de nabîne.

Li Tirkiyê  240 firokeyên F-16 hene û piraniya  firokeyên cengê yên Tirkiyê ev cure ne. Di dema hewldana derbeyê de, 36 firokeyên şer geriyabûn û 11 ji wan hin dever bombebaran kiribûn. Piştî girtinan rêjeya pîlotan nîvenîv kêm bibû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button