Break newsNûçeslide

Barzanî: Me hesabê hemû gefên daxistina sînoran û birrîna pêwendiyan kiriye

Yekîtî Media 30/8/2017

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtinekê de ligel rojnameya “El-Şerq El-Ewset a Libnanî” de bersivên wê rojnameyê dan û li ser pirsa “Dema Serokomarê pêşwaziya Serokerkana Îranê kir, we hest bi nîgeraniyê nekir?”. Barzanî got: “Bi tu awayekî min hest bi nîgeraniyê nekiriye.”

Li ser pirsa “Cugrafiya Kurdistanê dibe sedema sizadana Kurdan ji aliyê welatên cîran ve?“ Serokê Herêma Kurdistanê dibêje: “Di baweriya min de, rewşa cîhanê niha hatiye guhartin, niha ne serdema hevpeymaniya Sinto (Hevpeymaniya Bexdayê), ne salên şêstî û serdema hevpeymaniya Seid Abad (Hevpeymaniyek bû bo rêgirtin li êrîşên ser Tirkiye, Îran, Iraq û Efganistanê) ye. Dunya niha ne ew dunya ye.”

Li ser pirsa “Herêma Kurdistanê ji aliyê Îran, Tirkiye û Sûriyê ve dorpêçkirî ye” Barzanî got: “Dibe ku hin ziyan bihihe me, lê dilniya bin ew ziyanên zêdetir dibînin, heger hat û wan ev gav avêtin.”

Rojnameyê ji Barzanî pirs kir, heger encamên referandûmê hatin ragihandin, Bexda hemû pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê birî, hûn ê çi bikin? Di bersivê de Barzanî got: “Ew li mala xwe dibin û em jî li mala xwe dimînin.”

Herwiha rojnameyê ji Barzanî pirs kir, ma karîna we ya aborî dikare daxustina sînoran ji aliyê cîranan ve hilgire? Barzanî got: “Me hesabê wan hemû pirsan kiriye, ji wan jî hesabê daxistina sînor û birîna pêwendiyan. Her aliyek azad e di biryara xwe de. Lê careke din dibêjim, heger ew li ser azara me rêk bikevin, bi dilniyayî dê baceke gelekî giran bidin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button