Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Wezîrê Berevaniya Israîlê Liberman : li Sûriyê Kurd neteweya diwem in

Yekîtî Media

Wezîrê Berevaniya Israîlê daxuyakirin ku li Sûriyê Kurd neteweya diwem in, û daxwaz kir ku tevahiya pêkhateyên Sûriyê beşdariyê di proseya siyasî de bikin.

Wezîrê berevaniya Israîlê, Avîgdor Lîberman, balkişand ser hevdîtina Soçî ku di roja 22ê vê mehê de hatibû lidarxistin û têde serokê Rûsya, Viladîmêr Putîn, serokê komarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan û serok komarê Îranê, Hesen Rûhanî bi hev re civiyabûn, bi hev re pirsa Sûriyê gotubêj kiribûn.

Lîberman daxuyakirin ku ew civîna 3 alî li Soçî serkeftî bû, lê Tirkiyê jî xwestibû di wê civînê de, bi temamî Kurdan îzole bike.

Lîberman daxuyakirin ku Kurd li Sûriyê netewya diwem, di aliyê hejmarê de pêk tînin, û got tevî ku Elewî di aliyê hejmarê de, pêkhateya sêhem in, lê ji sala 1970 serokatiya Sûriyê dikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button