Break newsNûçeRaport

PYK-Sê salvegera yekemîn a koça dawî ya Îdrîs Xelîl vejand

Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya di roja pênşemê 26-8-2021ê de, li bajarê Qamişlo, salvegera yekemîn a koça dawî ya Idrîs Xelîl endamê komîteya herêmî ya partiya Yekîtî û serokê berê yê xwecîhiya Kornîş ya bi ser ENKSê ve, vejand.

Ev merasîm bi beşdariya serkirde û sekretêrê partiyê û hin rêxistinên wê, herwiha bi beşdarbûna cemawerekî mezin û nûnerên partiyên di nava ENKSê de û şanda encûmena xwecîhî ya Kornîş hat vejandin .

Herwiha M.Mejdel Delî endamê komîteya siyasî ya Partiya Yekîtî Ku gotina partiyê pêşkêşkir û têde li ser kar û xebata nemir Idrîs Xelîl di nav partiyê de û beşdarîya wî di piraniya xwepêşandan û ya girîng xwepêşandan pêşiya perlemanê Sûrîyeyê axivî, û spasiya hemû beşdaran kir.

Herwiha di vejandinê de, gotina xwecîhîya Kornîş ya Qamişlo, ji aliyê endamê Xwecîhiyê berêz Ebdulbarî Xelef hat pêşkêş kirin.

Xelef, di axaftina xwe de, li ser kar û xebata wî axivî û bi awayekî bilind nirxand û spasiya PYK-Sê kir li ser vê vejandinê.

Ji hêla xwe ve, Beşar Xelîl, kurê rahmetî, axaftinek kir, û tê de spasiya hemî amadebûyan kir, û soz da her kesî ku ew ê riya wî bişopîne.

Hêjayî gotinê ku  Idrîs Xelîl di 14.4.1969an de, li gundê Til Xezal ji dayîk bûye, û di 26.8.2020 an de, li mala xwe li bajarê Qamişlo jiyana xwe ji dest da.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button