Jannah Theme License is not validated, Go to the theme options page to validate the license, You need a single license for each domain name.
Break newsNûçeRaport

Efrîn… Komên çekdar çar kes ji malbatekê girtin

Polîsên leşkerî yên girûpên çekdar ên ku Tirkiyeyê piştgiriya wan dike çar kes ji malbatekê û di nav wan de keçek heye li Efrînê girtin, bi tawanbariya hevkariya bi rêveberîya PYD’ê re.

Çavkanîyek herêmî ji Yekiti Media re ragihand û anî ziman ku polîsên leşkerî li gundê Culma ya girêdayî navçeya Cindirêsê di 20ê Gelawêja 2021an de çar kes girtin navê wan ev in : Rûken Şêxo Şêxo 21 salî ye, Mistefa Şêxo Şêxo ( bav e), Heytem Şêxo Şêxo 41 salî ye, Ciwan Şêxo Şêxo 20 salî ye.

Herwiha çavkanîyê taybet berdewam kir ku her du xortan rastî lêxistin û îşkenceyê hatin, di encama wê de Heytem hat veguhestin nexweşxaneyê leşkerî û bav û keç hatin berdan.

Jêder nîşan da ku hîn her du xortan jî girtî ne ta amedekirina vê raporê, bêyî ku çarenivîs û rewşa wan a tenduristî bê diyar kirin.

Hêjayî gotinê ku hîn binpêkirin û destdirêjî kirin derheqê kurdan li Efrînê û Serê kanîyê didome ji aliyê komên çekdar yên ku Tirkiyeyê piştgiriya wan dike, û tevî van astengiyan lê gelê Efrînê îsrar dikin ku serhildana vegerê li ser xak û gund û darên zeytûnên xwe bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button