Break newsNûçeRaport

Efrîn..şeş kes birîndar bûn di encama topbaran kirina navenda bajêr..

6 sivîl birîndar bûn dema ku navenda bajarê Efrînê vê êvarê rastî topên rokêtan hat, lê ti aliyan berpirsiyarê topbaranê negirt ser xwe.

Nûçegihanê Yekiti Media li Efrînê tekez kir ku 6 kesên birîndar ji bo dermankirinê hatine veguhestin nexweşxaneyê û navê wan ev in : Ebdulrehman Elî 64 salî ye û ji xelkên bajarê Efrînê ye, Du’aa El Elî 11 salî ye ji devera Xenasir a gundewarê Helebê ye, Ebdulmun’m El Mihemed 8 salî ye, Esmaa Elmûsa 15 salî ye ji gundewarê başûrê Helebê, Mehmûd El Mihemed 31 salî ye ji bajarê Hûmsê, Osman El Mûsa 8 salî ye ji gundewarê başûrê Helebê.

Herwiha nûçegihanê me diyar wiha got ku moşekan li kolana Vêlat tenîştî nexweşxaneya Dêrsimê ye, û ji deverên di bin kontrola hevbeş a hêzên rejîmê û Yekîneyên Parastina gel li gundên navçeya Şêrewa

Hêjayî gotinê ku bajarê Efrînê ji demekê ta demekê rastî topbaran kirinê tê ji deverên di bin kontrola hevbeş a hêzên rejîmê û Yekîneyên Parastina gel.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button