Break newsRaport

Milîsên El Hemzat welatîyekî kurd li gundewarê Efrînê kuştin

Milîsên El Hemzat welatîyekî kurd li gundewarê Efrînê kuştin, û hemwelatiyan termê wî dîtin ku destê kelepçe kirî bû, û nîşanên îşkenceyê jî hebû.

Nûçegihanê “Yekiti Media” got ku termê Ridwan Ebdulrehîm Henan 50 salî ji xelkê gundê Gendiyê Mezin, û termê wî hat dîtin di nav erdên çandiniyê li ser riya gundê Dargera ya girêdayî navçeya Mabata ku destê kelepçe kirî bû û nîşanên îşkence jî hebûn

Nûçegihanê me tekezî kir ku kuştî nêzî du salan di nakokiyê de bû bi Mi’tez re serkirdeyek di nav milîsên El Hemzat, ji ber daxwaza wî ji kuştî Ridwan re bi Vîlayekê xwedanê wê ye, ku Mi’tez wê wekî bargehek ji xwe re girtiye.

Nûçegihanê me nîşan da ku di encama nakokiyê de kuştî rastî peyamên gefan hat ji aliyê serkirdeyê El Hemzat yê bi navê Mi’tez, û piştî revandina wî duh êvarî ew kuştî dîtin.

Tawan û binpêkirinên komên çekdar yên alîgirê Tirkiyeyê berdewam in, ji dema artêşa Tirkiyeyê di bihara 2018an de êrîşî devera Efrînê kir

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button