Break newsNûçeRaport

Yekîtî Kurdistanî salvegera pêncemîn a koça dawî ya Îsmaî’l Hemê vejand

Partîya Yekîtî Kurdistanî – Sûriya duh Çarşemê 18ê Gelawêjê, salvegera pêncemîn a koça dawî ya sekreterê partiyê yê berê Îsmaî’l Hemê li gundê wî Til Dîk li gundewarê bajarê Dirbêsiyê vejandin.

Di rêûresmên vejandinê şandek ji komîteya navendî ya Partîyê bi serokatiya Sekreterê Partîyê Silêman Oso û şandek ji komîteya şêwirmendê û şandên rêxistinên Til Temir û Dirbêsiyê yên partiyê û Encûmena xwecîhî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê beşdar bûn.

Rêûresmên vejandinê bi rawestandina kêlîkek bêdeng li ser giyanê Îsmaî’l Hemê û pakrewanên Kurdistanê, digel danîna gurzek gul li ser gora wî dest pê kir .

Endamê Komîteya konevanî ya Yekîtî M. Mecdel Delî gotina partiyê got û tê de ronahî kir li ser giyanê nemir Hemê û rola wî di tevgera kurdî ya niştimanî de anî ziman, û herwiha xizmeta wî ji doz gelê wî re li hemberî rejîma Sûrîyê de, û nêrîna wî ya ku pêwîste hêzek Yekbuyî kurd hebe vegot.

Delî tekez kir ku dê xebat û têkoşînê li ser rêka nemir bişopînin ta mafê gelê Kurd biçespînin.

Hêjayî gotinê ku nemir Îsmaî’l Hemê li bajarê Qamişlo di kirîza dil de janê xwe ji dest da, û li gundê wî bi axê hat spartin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button