Break newsNûçe

Komên çekdar devera Zirgan bombebaran dikin

Jinek û zaroka wê jiyana xwe ji dest dan û deh kes jî birîndar bûn di encama topbarana komên çekdar ên girêdayî bi ser artêşa Tirkiyeyê ve li ser bajarokê Zirgan (Ebû Rasîn), a ku nêzîkî bajarokê Til Temrê ye.

Nûçegihanê Yekiti Media ragihand ku bombebaranê bû sedema pêleke koçberiyê ji bajar û gundên derdora wê , û anî ziman ku birîndaran li bajarên Dirbêsiyê û Hesekê têne dermankirin, navê wan ev in:

Firyal Silêman Cemiro 4 salî ye

Aras Hesen 12 salî ye

Mihemed Fêsel Hesen 13 salî ye

Yildiz Fêsel Hesen 21 salî ye

Selma Salih Hezîn 45 salî ye

Esma Ebdilezîz Temo 18 salî ye

Hedla Temo 65 salî ye

Mihemed Şitêwî

Hesen Îbrahîm Hemîd

Ehmed Mihemed Derwêş

Nûçegihanê me diyar kir ku çeteyan bombebarana xwe li ser bajarokê Zirgan (Ebû Rasîn) û gundê El-Dirdara kirin armanc , û ziyanên madî gihandin milkên sivîlan.

Hêjayî gotinê ku komên çekdar ên alîgirên Tirkîyê piştî ku bi artêşa Tirkîyê re bajarê Serê kanîyê dagir kirin, bombebarana xwe li ser bajarokê Zirgan û gundên derdora wê kirin armanc.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button