Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Silêmaniyê di xwepêşandaneke alîgirên PKK de tundûtûjî derket

Yekîtî Media 9/8/2016

roja yekşemê dema piştî nîvro, li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê di xwepêşandaneke alîgirên partiya karkerên Kurdistanê de PKK tundûtûjî derket, polîsan jî mudaxele kir û bombên gazê li dijî xwepêşanderan pêkanî û ew ji hev belavkirin.

Nûçegihanê Bas News ji cihê bûyerê diyar kir ku hejmarek ji xwepêşanderan û polîsan birîndarbûn, herweha polîsan hejmarek ji xwepêşanderan binçavkirin, û alav û kamîreyên hin rojnamevanên dezgehên ragihandinê yên girêdayî PKK desteser kirin.

Xwepêşandan hat lidarxistin ji bo şermezarkirina rewşa qedexekirin serdanan ya ku li ser serokê PKK Ebdulah Ocelan ji 15 mehan ve hatiye sepandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button