Break newsRaportslide

Li Kobanê semînareke siyasî bi rêveberiya Enwer Naso

Yekîtî Media 13/1/2017

Îro înê 13 çile, li bargeha encûmena Xwecihî ya ENKSê li bajarê Kobanê semînarek siyasî lidarket bi rêveberiya mamoste Enwer Naso endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê.

Enwer Naso di semînarê de li ser rewşa Sûrî bigiştî û rewşa Kurdî bi taybetî axivî û got jî; rewşa Kurdî li Sûriyê ne duriste jiber siyasetên PYD yên tekalî ku ta niha tu hêzên herêmî yan navnetewî danpêdan bi rêveberiya wan nekirine û beşdarî danûstandinên çareseriyê nabin.

Herweha got; divê PYD li rêkeftinên xwe bi ENKSê re vegera , jiber ku ENKSê ew hêza rewayê ya ku dikare wan ji vê kirîzê derxîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button