Break newsRagehandinslide

Netewên Yekgirtî: Metirsiya teqîna Bendava Mûsilê heye

Yekîtî Media 13/1/2017

Li gorî nêrîna pisporên Neteweyên Yekgirtî metirsiya hilweşîna Bendava Mûsilê zêde bûye û eger ev bendav biteqe dê bi milyonan kes jê zirarê bibînin.

Pisporên NY dibêjin egera teqîna Bendava Mûsilê di navbera ji sedî 40 heta 80 de ye. Eger ev bendav biteqe dê rûbereke berfireh yê naverastê Iraqê heta Bexdayê bikeve bin avê.

Berpirsa Bernameyên Mirovî yê NY Lîza Grandî ragihand; “Dîwarê Bendava Mûsilê deriziye û pirsgirêkên wî yên teknîkî jî hene. Lewma hêza xwe ragirtina dîwar ya li hember rêjeya avê kêm bûye. Ji ber vê jî di her demê de metirsiya teqînê heye.”

Bendava Mûsilê duyemîn bendava mezin a Iraqê ye. Di sala 1983ê de hatiye avakirin. 11 milyon sêca av li xwe digire.

kompaniya Tirîf a îtalî ji bo nûjenkirina bendavê bi 2 milyar dolaran girêbestek li gel hikûmeta Iraqê îmze kiriye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button