Break newsRaportslide

Kobanê… Bi nêzîkbûna cejna Remezanê nirx bilind bûye

Digel nêzîkbûna cejna Remezanê, liv û tevgera bazarên bajarê Kobanê kêm e ji hemwelatiyan ku bên pêdiviyên xwe ji cil û pêlav û tiştên din bikirin ji bona pêşwazîkirina cejna Remezanê..

Hemwelatiyan berê bi kêf û coş pêşwazîya cejnê dikirin, lê îsal li gorî salên berê cuda ye, ji ber ku kêfxweşî gelekî kêm bûye ji ber bilindbûna nirxên cil û bergan û bihabûna nirxê dirûnê jî, tevlî ku rewşa herêmê ya ku tê de derbas dibe ji pirsgirêkan û nexweşiyan wekî Covîd 19.
Herwiha hemwelatiyên bajarê Kobanê gilî dikin ji bilindbûna nirxên tiştan bi sedema nizmbûna rêjeya lîreya Sûrî li hemberî Dolarê Emerîkî ku di encamê de liv û tevgera kirînê di bazaran de kêm dibe .

Mistefa Salih yek ji firoşkarên cilan tekezî kir ku digel nêzîkbûna cejnê lê liv û tevgera asayî wekî her sal di bazaran û dikanên bazirganiyê de tune ye û ev vedigere ji ber bilindbûna nirxan ji alîyekî û tunebûna derfetên kar ji xelkê re di dema qedexeyê ji ber belavbûna Covîd 19 ji alîyekî din ve û tevî ku bazar berî çend mehan ne bi vî awayî bû..

Hin diyar kirin ku mûçeyên wan têra zarokekî bike, ji ber ku amedekirina zarokek ne kêmî sed û pêncî hezarî ye, ji ber ku bihayê şelwalan ji sînorê sî hezarî derbas bûye û heman tişt li ser gumlekan jî pêk tê, û buhayê pêlavan ji çel hezarî derbas dibe ..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button