Break newsRaportslide

Piştî ziwabûnê.. Firotina zeviyên çandiniyê ji bo xwediyên sewalan

Piştî ziwabûnê hemû zeviyên çandiniyê li hemû deverên Kurdistana Sûrîyê têk bir ji ber kêmbûna barandina baranê, êdî çotkaran dest bi dabînkirina erdên xwe ji bo sewalan..

Li gorî çotkaran kiryarên dabînkirinê tê bi wateya firotina zeviyan ji xwediyên sewalan, ji ber ku çandiniya berhemên zeviyan ne mumkûn bû ku ziwabûnê wê têk bir bû , û ev awa berî 20 rojan dest pê kiriye û hîn berdewam e.

Di heman demê tê zanîn ku berhemên zeviyan nemaze yên nehatin çandin, gelekî dewlemend û baş e di xwarinê de û ji bo êm ê sewalan tê bikaranîn.

Berhemên zeviyan bi doniman tên firotin, û çotkarê bi navê bavê Mehmûd ji xelkê gundewarê başûrê Amûdê ji Yekiti Media re da xuya kirin û got : ku wî zeviyên xwe firot ji xwediyên sewalan bi 9000 lîreya Surî serê donimekê, û çotkarê bi navê Îbrahîm ji xelkê devera Alîyan got ku wî zeviyên xwe bi 15000 lîreya Surî firot..

Tê zanîn ku deverên kurdî gelek aloziyan curbicur dikşînin di bin siya rêveberîya PYD’ê nexasim yên girêdayî jiyana rojane ya hemwelatiyan yên herî girîng ev in ( xaza malê, nan, sotemenî, bihabûn, av)..

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button