Break newsNûçeslide

Nameya sersaxiyê ya Serkretêrê partiya yekîtiya kurdistanî- sûrya Sûleyman oso

– Rêzdar Mustefa Ozçeik.. Serokê giştî yê partya Azadiya kurdistn pak…
– Endamên  serokatiya  PAK…yên rêzdar….
Me nûçeya koçbûna dawî, ya hevalê
Rehmetî Mihemed feyyaz EKmen, cîgirê serokê giştî yê PAK, bi dilekî xemgîn û melûl bihîst.
Bêguman koçbûna rehmetî M. feyyaz ziyaneke mezine ji gelê kurd û doza wî re, Nemaze ew  xwedî 50 sal ji ezmûn û têkoşîna  niştimanî dilsoz bû.
,Hevalên hêja di PAK ya xoşewîst de…
Em bawerin wê partiya we, pêvajoya xwe ya têkoşer bi domîne,  û wê her  dilsoz be ji riya ku rehmetî M. Feytaz dabû
ser .. Ta bidesxistina mafê gelê kurd yê
rewa, ku kerwanên şehîdan şopandibû, berya dehên salan.
Xweda rehmetî bi dlovaniya xwe şa bike, û
Serê we û malbata rehmetî û hemû dost û heval û heskerên wî sax be.
2/5/202‪1
Sûrya_ Qamişlo
Serkretêrê partiya yekîtiya kurdistanî- sûrya
Sûleyman oso.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button